Li ser hevjînê Maîdeya hat qetilkirin Bayram Çetîn şopên barûtê hat dîtin

11:30

JINHA

MÊRDİN – Maîde li gundê Kirkdîlek a Savurê jiyana xwe ji dest dabû û wek mirina bi guman ketibû qeydan. Li ser hevjîn û birayê wî şopên barûtê hatin dîtin. Parêzer da zanîn ku swapên çep û rast li ser her duyan jî tespîta avêtinê nîşan dide û ev jî gumanek mezin nîşan de. Parêzer diyar kir ku kesek xwe întîxar bike nekare du caran guleyan berde û got ev jî nîşan dide ku Maîdeyê xwe întîxar nekiriye.

Di 20’ê Hezîranê de li Savura Mêrdînê li gundê Kirkdîlek Maîde O. Jiyana xwe ji dest da. Kêliyên têkildarî mirina Maîdeyê de dertên holê. Malbata Maîdeyê bi israr diyar kirin ku keça wan ji aliyê hevdîtinê wê Bayram Çetîn ve hatiye qetilkirin û ji ber delîl di destê wan de tinebû nehatibû destpêkirin. Di otopsiya ewil de gotin mirina biguman lê cendermeyan lêkolîn kirin û li ser kaxazê hevjînê wê Bayram Çetîn û birayê wî şopa barûtê dîtin. Malbatê pêşa dozê bernedan û parêzer Mehmet Işiktaş yê dosya şopand geşedanên nû derxist holê.

Piştî rapora cendermeyan parêzer Mehmet balkişand ser van xalan: “Dema rapora Pisporiya Amîriya Laboratuvara Krîmînal a Cendermeyan a Wanê tê lêkolînkirin hatiye tespîtkirin ku li ser swapên çep û rast yên M.O gule hatine avêtin. Ev jî gumeneke cidî derdixe holê. Kesek xwe întîxar bike nekare du caran guleyan berde. Li bin pêsîra wê ya çepê rêça guleyê heye û ne mumkunel ku bi destê çep û rast guleyê berde. Ji ber vê jî kesên muvekîla min qetilkirine piştî bûyerê çek dane destê wê. Li ser tîşortên gumanbar B.Ç û A.Ç hatiye tespîtkirin ku şopa gulebarandinê heye.”