Jinên Êlihê: Ji bo azadiyê komele ne pêwist e, berxwedan li her der dibe

11:31

JINHA

ÊLIH - Girtina komele û saziyên jinan bertek her ku diçe zêde dibe. Jinên Êlihê jî gotin ku ji bo têkoşina azadiya jinê pêwîstî bi diwaran tune, berxwedan li qadan e.

Gelek komele û saziyên jinan bi biryara KHK'ê ji bo kar û xebat nakin hatin girtin. Li Êlihê jinan bertek nîşanê biryara girtinan dan û diyar kirin ku ji bo têkoşin û birêxistinê péwist bi komeleyan tune, ji bo wan her der cihê berxwedan û têkoşinê ye.

'Êrîşa ser jinê, destdirêjiya aştiyê ye'

Aktîvîsta KJA'ya Êlihê Sebîha Ekîncî girtina komele û êrişên hemberî jinan şermezar kir û ani ziman ku ji ber jin birêxistinin û aştiyane ne dewlet ji jine ditirse. Êrîşa dijî jinê, destdirêjiya li hemberî aştiyê ye. Sabiha got ku dewlet bi êrişen xwe carekdin raxist ber çavan ku dijî demokrasi û aştiyê ye. Sabîha diyar kir ku wê li her qadê dijî hişmendiya bavîksalariyê dê têbikoşin.

'Em jin li her qadê têkoşina xwe bidomin in'

Berpirsiyara KJA'ya Êlihê Songul Korkmaz jî diyar kir ku ew wek jinên kurd tu carî dev ji têkoşina xwe bernadin û di berdemiya axaftina xwe de ev tişt got: "Tirkiyé hatiye astek wiha ku welatî her roj bi tirsa girtinê radikeve û şiyar dibe. Di sedsala 21'an de li welatekî di şuna demokrasiyê de, desthilatdarî tê maşandin. Ev jî rastî bertekên welatiyan tê. Niha desthilatdar êrişê jinan dike û destûrê nade jin azad bibin. Ji ber dewlet bi hêza jinê baş dizane. Lewra di seri de hedaf jin digre."

'Li Tirkiyê jiyan li welatiyan tê tengkirin'

Hevseroka DBP'ê ya Êlihê Nurten Uzumcu jî ev tişt got: "Dîktatorê ku welatê Tirkiyê bi rê ve dibe welat ber bi aloziyek ve dibe û qadên jiyanê li welatiyan teng dike. Hikûmeta AKP'ê li ser navê darbeyê her kes ceza dike û dest davêje vîna gel. Eger îro li welat şer destpêbike sedem bêçareserkirina hikumeta AKPe ye. Em jinên kurd vîn û azadiya teslîmê hişmendiya AKP'ê nakin û em ê li ber xwe bidin."

'Em ê li hemberî desthilatdariyê li ber xwe bidin'

Jina bi navê Sultan Avci jî destnişan kir ku tevahî emrê wan di bin zilm û zordariya hişmendiya mêr de derbas buyê, lê jî îro pêde destûrê nadin ku mêr li ser wan zilmê bide meşandin. Sultanê bertek nîşanê êrîşa li ser jinê da û bilêv kir ku ew ê li hemberî hişmendiya desthilatdariyê dê li ber xwe bidin.