Jinên Reqayê: Êdî em dikenin û bêhnek azad dikêşin

10:31

Sorgul Şêxo/JINHA

REQA- Piştî destpêkirina pêngava Xezeba Firatê jinên gundewarên Reqayê hêviya vegera cih û warê xwe dijîn. Jinan diyar kirin ku ew ê ji zilma çeteyên DAIŞ'ê rizgar bibin û gotin ew bi hatina QSD'ê re hêviyên nû jiyan dikin.
Bi destpêkirina pêngava "Xezeba Firatê" û rizgarkirina gelek gundewarên Reqayê, her wiha rizgarkirina jin û sivîlan re, hêviyên şêniyên bajêr û herêmê yên vegera cih û warê xwe hîn mezintir dibe. Yek ji jinên ku ji koletî û serdestiya çeteyên DAÎŞ'ê rizgar bûye Zeîlxa Bozan e. Zeîlxayê kurd e, ji Girê Spî ye û li gundê Til EL-Semed dijî. Dema ku QSD'ê berê xwe da gundewarên Reqqayê ew jî di nava jinên wê deverê de bû. Zelîxayê wiha hovîtiya çeteyan tîne ziman: "Çeteyên DAÎŞ' jin weke kole ji xwe re bikartanîn û hemû rengê hovîtiyê li ser wan dida meşandin. Çeteyan nedihiştin ku jin cilên rengereng li xwe bikin. Dema ku ji mal jî derketa divê ku çavê wê nexuyaba. Eger jinek bi tena xwe li kolanekê bimeşiya lê dixistin heya ku ew dikuştin. Dema me xwest em ji çeteyan birevin me hêzên QSD'ê li pêşiya xwe dîtin, bang li me kirin û me rizgarkirin. QSD'ê em bi heskirineke mezin hembêz kirin û her tişt dane me, xweda wan biparêze."

'Em bi saya berxwedana QSD'ê azad tevdigerin'

Wedha Heyad jî ku bi xwe ji gundê EL-Huriya ye û ji pêkhateya ereb e got ku ev 2 rojin li kampê ne û wiha domand: "Hêzên QSD'ê em anîn kampê û alîkarî ji me re pêşkêş kir. Çeteyên DAÎŞ'ê gelek kiryarên hov bi ser me de pêkanîne. Me ticaran rûyê jinên bi çeteyan re nedidît, ji ber ku her dem cilê reş li wan bû û çavê wan girtî bû. Em pir kêfxweşin ku em îro azad in, em bi saya berxwedana hêzên QSD'ê dikarin bi azad tevbigerin û hemû rengên cilan li xwe bikin."

'Êdî em dikenin, jiyanê dibînin û bêhnek azad dikşînin'

Wedhayê got ku wê qet zarokên xwe neşandine dibistana çeteyan û wiha pê de çû: "Çeteyan perwerdeya bi zor ji heftiyekê heya 15 rojan ji zarok, jin, ciwan û mêran re çêdikirin. Dixwestin bi rêya perwerdehiyên xwe hişmendiya xwe ya hov û fikirê xwe bixin serê zarokan de. Tevî ku me dev ji malên xwe berdaye jî, lê em pir kêfxweşin. Êdî em dikenin, derdikevin, jiyanê dibînin û nefeseke azad dikşînin."

'Her hebin hêzên QSD'ê'
Jina ji gundê gundê Elhîşayê ye jî kêfxweşiya xwe bi hatina QSD'ê wiha anî ziman: "Em pir kêfxweşin ku hêzên QSD'ê em ji zilma çeteyan rizgar kirin. Em ê di demeke nêz de vegerin cihê xwe û her hebin hêzên QSD'ê, em êdî ji nûve jiyan dibin."

Hêjayî gotinê ye ku gundê El-Hîşa ji aliyê hêzên QSD'ê ve hatiye rizgarkirin.