Kongreya Star derbarê şîdeta ser jinê semîner da

10:51

JINHA

KOBANÊ- Kongra Star di çerçoveya danasîna giringiya 25'ê Mijdarê li Taxa Şehîd Yihiya û Şehîd Xebat semîner da jinan.

Kongreya Star di çerçovey bernameya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Hemberî Şîdeta li Dijî Jinan li taxa Yihiya û Şehîd Xebat semîner da jinan. Di semînera ku li Mizgefta Ozman Bîn pêk hatî de bi dehan jin û rêvebera Kongra Star Felek Yûsiv amede bûn. Felekê di semînerê qala girîngiya rojê ji jinan re kir û diyar kir ku divê tevahî jin xwedî li vê têkoşîn û berxwedana jinan derkeve û wiha domand: "Azadî ticaran nayê dayîn, divê em li berxwe bidin û bighêjin azadiya xwe. Ev şîdeta li ser jinê tê meşandin, ji ber ku jin rastiya xwe nas nake. Ji bo wê ez bang li hemû jinan dikim ku tevlî perwerdeyan bibin û rastiya xwe nas bikin."

Semîner bi dirûşmeyên "Jin jiyan azadî", "Bê Serok jiyan nabe" û "Bijî Serok Apo" bidawî bû.