Şervanên YPJ'ê qala têk çûna DAIŞ'ê kirin

11:01

Sorgul Şêxo/JINHA

REQA- Piştî rizgarkirina gundê Tiwêla yê dikeve başûrê rojhilatê Eyn Îsa şervanên YPJ'ê diyar kirin ku çeteyan li hember wan li ber xwe nedane û gotin. "Revê çeteyan şikandina hêza wan diyar dike. Ev jî ji bo şervanê jin serkeftinek mezin bû."

Piştî ku QSD'ê gundê Tiwêla yê ku dikeve başûrê rojhilatê Eyn Îsa ji destê çeteyan rizgar kir, gelek belgeyên ku têkiliya DAIŞ'ê bi dewletên derve re yên mîna Tirkiyeyê û Behrîn re derdikevin holê. Şervanên YPJ'ê derbarê şerê li gundê Tiwêla de nirxandinên girîng kirin.

'Moralê me pir bilinde'

Şervana YPJ'ê Şêrîn Elemiya da zanîn ku gundê Tiwêla duh di saetên êvarî de ji destê çeteyan hatiye rizgarkirin û wiha pê de çû: "Çeteyên DAIŞ'ê di vî şerê gundê Tiwêla de li ber xwe nedan û reviyan. Çeteyan her tişt li pey xwe hiştin, 5 cenazeyên wan ketin destê me, 4 çek, yek BGC û BKC. Ev yek jî tê wateya ku hêza wan tune ye li ber xwe bidin û li hember hêza me şer bikin. Moralê me pir bilind e, em ê heya dawiyê li ber xwe bidin û gundên xwe rizgar bikin."

'Careke din têkiliya çeteyan bi Tirkiyeyê re derdikeve holê'

Berfîn Zagrosjî diyar kir ku ew jî cihê xwe di çeperên şer yên gundê Tiwêla de girtiye û wiha axivî: "Duh me bi moralekî bilind gundê Tiwêla rizgar kir. Çeteyan zêde li ber xwe nedan, ev yek jî ji bo me weke hêzên jin serkeftinek bû, berxwedaniya hevalên jin pir serkeftî bû. Me gelek tiştên çeteyan bidest xistin mîna çek, û mayînên ku di nava malan de çandibûn. Piştî rizgarkirina gundê Tiwêla gelek belgeyên ku têkiliya DAIŞ'ê bi çeteyan re dide diyarkirin, derketin holê. Dema em derbasî malekê bûn, çeteyan wiha nivîsandibû 'Em yekîneyên ji Tirkiyê derbasî Rojavayê Kurdistanê dibin ji bo ku em li hemberî YPG û YPJ’ê şer bikin û hêza wan bişkînin'. Bila ev yek baş were zanîn ew ê nekaribin vîna gel têk bibin."