Dayîkên Kobanê ji bo piştgiriya 'Xezeba Firatê' derdikevin nobetê
11:21
ebia Êto/JINHA
KOBANÊ- Piştî destpêkirina pêngava 'Xezeba Firatê' ya ji bo rizgarkirina bajarê Reqqayê û gundewarên wê, êdî jinên Kantona Kobanê jî di nava bajêr de nobeta parastinê digirn ser mile xwe. Jin dibêjin ku ev gav ji bo piştgiriya Hêzên QSD`ê ye.
Jinên Kantona Kobanê ji bo piştgiriya şervanên QSD, YPG û YPJ`ê dest bi nobeta bajêr kirine. Nobet ji êvaran heya ber siharê dewam dike. Yek ji wan taxên ku nobet lê tê kirin, taxa Şehîd Xebat a rojavayî bajarê Kobanê ye. Jinên wê taxê gotin ku çiqas çeteyên DAIŞ`ê bi tankên xwe yên giran êrîşî şervanên QSD'ê bikin jî, her ew ê li pişta şervanên xwe bin û li ber xwe bidin.
Eyîşe Şêx jî yek ji jinên ku parastina taxa Şehîd Xebat dike ye. Eyîşeyê derbarê parastina taxê de wiha got: "Weke ku şervanên me di 'Xezeba Firatê' de li hember dijmin şer dikin û liber xwe didin, em jî li vir tevî temenê xwe yê mezin jî derdikevin nobetê û parastina bajarê xwe dikin. Em ji bo piştgirya pêngava 'Xezeba Firatê' û ji bo ewlehiya bajêr ji saet 8`an heya siharê derdikevin nobetê."
Eyîşê her dawî bang li tevahî gelê Kobanê û bi taybet jinan kir û wiha got: "Ez bang li hemû gelê Kobanê û bi taybet jinan dikim ku derkevin nobeta bajarê xwe bikin û ti hesaban ji Erdoxan û kesên mîna wî re nekin."
Zarokên Kobanê jî bi dirûşmeyên "Bijî berxwedana YPG û YPJ'ê" û "Em ê zarok jî derkevin nobetê" piştgirî dan nobeta jinan.