Li hembar qayûmê xebatkar li ber xwe didin

13:36

JINHA

MÊRDÎN- Hevşaredarên Bajarê Mezin a Mêrdînê û xebatkarên şaredariyê li hember tayyînkirina qayûm daxuyanî dan çapemenîyê.

Piştî dewleta tirk qeyûm avêt ser şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê xebatkarên şaredariyê û gel li ber avahiya şaredariyê kom bûn. Ketin û derketina şaredariyê ji aliye polîsan ve hat qedexe kirin. Li hemberî dorbêça polîsan Hevşareder Ahmet Tûrk û Februnîye Akyel Akay jî di nav de û xebatkar li ber avahiya şaredariyê daxuyanî da çapemeniyê.

Daxuyanî ji aliyê hevşareder Ahmet Tûrk ve hat dayîn. Ahmet diyar kir ku, ew vê yekê qebûl nakin û dê berxwe bidin û wiha got: "Ez dest pê kê berxwedana xebarkarên şaredariyê pîroz dikim. Ew ji bo ku, ji hebûn û xebatên me ditirsîn. Em vê bê hiquqiyê qebûl nakîn. Di vê pêvajoyê de kesê ku, ber bi yek alî û yek welatî ve diçe faşizme dide jîndin. Gelê kurd li hemberî vê fasizme berxwe dide. Yên ku, berxwedana gelê kurd nepijirînin vê polîtikayê didin meşandin. Em vê qebûl nakîn." Daxuyanî bi dirûşmeya "Em ê bi berxwedanê serbikevîn" bi dawî bû.

Berxwedana xebatkarên li ber avahiya şaredariyê berdewam dike.