Februniye Akyol: Qayûmên tên tayyînkirin ne em ne jî gel nasnakin

15:00

JINHA

MÊRDÎN - Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Febrûniye Akyol Akay da xuya kirin ku, ew bi dengdayîna gel hatine hilbijartin û got ku biryara rêveberinê wê gel bidin.

Şaredariyên DBP'ê yên ku bi dengdayînek mezin bi ser ketibû ji aliyê dewletê ve tên desteserkirin. Duh li ser şaredariyên Dersîm û Sêrtê îro jî li ser Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê qayûm hat tayînkirin. Piştî qayûm li ser şaredariya Mêrdînê hat tayyînkirin, berteka gel û xebatkaran bê navber berdewam dike. Têkîldarê tayînkirina qayûman de Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Februniye Akyol diyar kir ku, hikûmet bê hiqûqî şaredariyan desteser dike û wiha axivi: "Desteserkirina şaredariyan li dijî hiqûqê ye û tu eleqeya wê bi demokrasiyê re tuneye. Em bi hilbijartina gelê xwe hatine. Perqala xizmeta civak û gel me dida meşandin. Ji xwe piştî darbeya 15'ê Tîrmehê aşkare bû k dê dewlet siyaseta demokratîk hedef bigere, niha bi qirkirina siyaseta demokratîk mekanîzmeya darbeyê dixe dewrê."

'Dixwazin sîyaseta yek model û hişmendî bixin dewrê'

Februniyeyê da zanîn ku hikûmet bi tayyînkirina qeyûman dixwaze xebatên jin û çandê ji holê rakin û wiha pêde çû: "Bi rastî armanca tayyînkirina qeyûman ji xwe aşkere ye. Hedef ji tayyînkirina qayîman pergala hevşaredariyê ye. Bi vê yekê dixwazin, hem vîna gelê kurd binpê bikin hem jî perqala şaredarîyên me ji holê rakin. Ev yek di şexsê gelê kurd de vîna gelan tev nenaskirine. Niha li ser şaredariyên me êrîşên pir mezin hene perqala me ya perwerdehiyê qebûl nakin, saziyên me yên jinan çand û hûner tên hedef girtin. Bi dehan kovar,ajans, sazî , rojname û tv hatin girtin, bi vê yekê siyaseta yek model, siyaseta yek hişmendî dixin dewrê. Lê em vê qebûl nakin, gelê me ji me çi bixwaze em ê wê bikin û li ber xwe bidîn."