Xanim Daûd: "Kurê min hewcedarî alîkariyê ye"
15:29
JINHA
REQA- Xanim Daûd ya ku li gundê Hîşê ya di çerçovey pêngava 'Xezeba Firatê' de hatiye rizgarkirin diyar kir ku rewşa kurê wê ji ber dagirkeriya çeteyan giranbûye û banga alîkariyê li rêxistinên mafê mirovan kir ku ji bo başbûna zarokê wê bikevin nava tevgerê.
Dagirkirina çeteyên DAIŞ'ê ne tenê komkujî û wêrankirin bi xwera anî di heman demê de ji ber qedexeyên ser derketin û ketina bajêr de gelek nexweş rewşa wan giranbû. Jina bi navê Xanim Dawûd ya ku ji gundê Hîşê ya girêdayî bajarê Reqayê ye û di çerçoveya pêngava 'Xezeba Firatê' de hatî rizgarkirin diyar kir ku, piştî çeteyan gundê wan dagirkiriye rewşa tenduristiya kurê wê ya biçûk ne başe û wiha got: "Di dema serweriya çereyên DAÎŞ'ê de, nedihiştin ku kurê min were dermankirin an jî em bibim bajarekî din ku wî derman bikim. Her ku diçe rewşa kurê min xerabtir dibe. Xeyala min ew e kurê min jî wekî zarokên din tevbigere, bimeşe û bilîze.
'Ji ber çeteyan nehişt ez wî derman bikim, rewşa kurê min xirab e'
Xanimê da zanîn ku çar zarokên wê hene û got ku du ji zayînê de astengdarin. Xanimê bi lev kir ku zarokê wê Îsmaîl ne dibhîze, ne dimeşe û ne jî dikare ti tevbigere. QSD'ê em ji çeteyan rizgarkirin û li cihên ewle bicihkirin. Dema ku çeteyên DAIŞ'ê derbasî gundê me bûn, li gundê me nexweşxane tune bû ku kurê xwe derman bikim. Min ji wan xwest ku ez biçim bajarekî din ji bo ku kurê xwe derman bikim, lê çeteyan nehişt ku ez ji wir derkevim. Ji ber wê yeke her ku diçe rewşa kurê min xirabtir dibe. Dema ku ez ji çeteyan reviyam min tiştek bi xwe re neanî. Ji ber vê yekê ez bang li rêxistinên mirovî dikim ku alîkariyê bi kurê min re bikin û bi erkê xwe yê mirovî rabin, rewşa me gelekî ne başe. Hevalên li vir alîkariya me dikin, lê dîsa jî têrê nake."