Hêzên YPG û YPJ'ê xwe ji Minbicê vedikşînin

16:09

JINHA

REQA - YPG û YPJ’ê piştî ku erka xwe ya rizgarkirina Minbicê bidawî kirin, niha wê berê xwe bidin Reqayê û tevlî pêngava 'Xezeba Firatê' bibin. Dê bajarê Minbicê ji hêla Mecilsa Minbic a Leşkerî ve were parastin.

Duh fermandariya YPG’ê bi daxuyaniyekê li ser malpera xwe ya fermî vekişandina hêzên xwe ji bajarê Minbicê ragihand. Îro jî bi merasîmekê hêzên YPG û YPJ'ê bi çekên xwe vekişiyan û berê xwe dan hemleya 'Xezeba Firatê'.

Êdî Meclîsa Leşkerî wê parastina Minbicê bike

Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Ebû Emced û fermandara hêzên YPG û YPJ'ê Sozdar Dêrik di merasîmê de amade bûn. Ebû Emced di merasîmê de wiha got: "Em wekî Hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê spasiya hêzên YPG/YPJ’ê û QSD’ê dikin ku alîkariya me di rizgarkirina bajarê Minbicê de kirin. Bajarê Minbicê bi alîkariya wan ji tarîtiya çeteyên DAIŞ’ê rizgar bû. Hêzên YPG û YPJ'ê bi hemû derfetên xwe alîkarî dan me. Êdî niha hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê dikarin bajarê xwe birêve bibin û gelê xwe biparêzin."

Fermandara YPJ/YPG'ê Sozdar Dêrik jî di merasîmê de diyar kir ku hêzên wan di nava Hemleya Feyîsel Ebû Leyla de bi qasî sê mehan berxwedaneke pir mezin dane meşandin û wiha domand: "Piştî berxwedaneke mezin bajarê Minbicê ji çeteyan hat rizgarkirin, em vê yeke li tevahî gelê Minbicê pîroz dikin. Êdî hejmara şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê têrê dike ku bajarê xwe biparêzin, tecrûbeyên wan di vî milî de çêbûne. Me jî bi daxuyaniyekê vekişandina hêzên xwe ji bajarê Minbicê ragihand, li ser vî esasî duh girûpek me derbasî eniya Eyn Îsa bûn da ku tevlî 'Xezeba Firatê' bû. Îro jî wê hêzên me yên li vir mane berê xwe bidin cihên hemleyê. Em di wê baweriyê de ne ku wê Meclisa Leşkerî ya Minbicê bikaribin gelê xwe biparêzin."

Sozdarê da zanîn ku raste ew tevlî hemleya 'Xezeba Firatê' dibin lê kîjan kêliya ku ji wan were xwestin ew ê alîkariya gelê Minbicê bikin û wiha axaftina xwe bidawî kir: "Em niha berê xwe didin hemleyê û soza xwe ya bi gelê Reqayê re pêktînin. Li ku devera Rojhilata Navîn jî were xwestin em ê parastin û berxwedanê li dijî çeteyan bikin."