Xewna şervanên YPJ'ê rizgarkirina jinên dîlgirtiye
09:56
JINHA
REQA- Şervana YPJ'ê Dicle Firat ku cihê xwe di nava pêngava 'Xezeba Firatê' de digire diyar kir ku wê azadiya xwe di nava hêzên YPJ'ê de dîtiye û wiha got: "Weke çawa Meclisa Leşkerî ya Minbicê em azad kirin, em ê jî sivîlên ku di destê DAIŞ'ê de dîl mane, bi berxwedaniyê rizgar bikin."
Bi rizgarkirina herêma Minbicê re gelek jin ji destê çeteyên DAIŞ'ê rizgarbûn û tevlî nava refên YPJ'ê bûn. Yek ji van jinan şervana YPJ'ê Dicle Firat e. Dicleyê diyar kir ku ew bi alîkariya hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê rizgar bûye û wiha got: "Xewna min ew bû ku ji zilma DAIŞ'ê rizgar bibim û tevahî jinên di bin dagirkeriya çeteyan de dijîn xilas kirine."
'Çeteyan bi zilma xwe koletî li hember jinan ferzdikirin'
Dicleyê da zanîn ku ew piştî ji hovitiya çeteyan rizgar dibe, du dewreyên perwerdehiya leşkerî li bajarê Minbicê dibîne û wiha domand: "Dema ku em di destê çeteyên DAIŞ'ê de bûn gelek zilm û îşkence li me dihate kirin. Cilên reş li me dikirin, jina ku çavê wê xuya kiriba bi rengekî hovane ew îşkence dikirin û hin caran ew dibirin zindanê. Çeteyan bi zilma xwe koletî li hember jinan ferzdikirin. Armanca min ji tevlîbûna YPJ'ê rizgarkirina gele. Weke çawa Meclisa Leşkerî ya Minbicê em azad kirin, em ê jî sivîlên ku di destê DAIŞ'ê de dîl mane, bi berxwedaniyê rizgar bikin."
Dicleyê kêfxweşiya xwe bi tevlîbûna pêngava "Xezeba Firatê" re jî reva kir û wiha pêde çû: "Armanca pêngava 'Xezeba Firatê' ew e ku tevahî herêmê ji çeteyan paqij bike û taybet jinên ku dîl hatine girtin rizgar bike. Ez ji hemû jinan re dibêjim, netirsin, vaye em tên, xwe ji azadiyê re amade bikin."