Jinên Wanê: Em di 25’ê Mijdarê de li qada bin
09:59
JINHA
WAN – Jinên Wanê têkildarî 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li Ser Jinan diyar kirin ku divê li dijî şîdetê dengê xew bilind bikin. Jinan da zanîn ku ew bang li hemû jinên cîhanê dikin ku bêdengî ne çareseriye û divê ji şîdeta dewleta mêr re bêjinan û nîşan bidin ku natirsin. Her wiha bang kirin ku divê li dijî şîdetê dengê xwe bilind bikin.
Pişt ku 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî şîdeta li Hemberî Jinê hat îlan kirin şûnde NY’ê ji 1999’an heta îro xist fermiyetê. Ji wê rojê de ye li her çar aliyê cîhanê jin di 25’ê Mijdarê de derdikevin qadan û şîdeta li ser jinê protesto dikin. Li Wanê jina bi navê Burcu Yilmaz got ew her sal di 25’ê Mijdarê de li dijî şîdeta mêr li qadane.
Burcuyê bi lêv kir ku îsal 25’ê mijarê ji bo jinan girîngiyeke cuda dihundirîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em dibînin ku piştî hewldanan darbeyê binpêkirinên mafan yên li ser jinan zêde bûne. Jinên îradeya me ya siyastÎne tên derbkirin û binçavkirin. Li girtîgehan jin rastî îşkenceya zayendî tên. Jin di bin çavan de rastî heqeretên mezin tên. Di vê Pêvajoyê de me nekarî şîdeta nav malê nîqaş bikin. Ji ber ku dewlet bi çavsoriyek mezin bi ser me de tê.”
Burcu balkişand ser rawestandina xebatên jinan yên bi tayînkirina qayyûman û ev tişt anîn ziman: “Qayyûm çawa hatin midûriyetên jiann girtin û agahiyên jinên rastî şîdetê hatine deşîfrekirin û li ser vê zext li jinan hat kirin. Hewl didin ku me bidin tirsandin. Bi taybet vê li ser bedena jinê dikin.
Di çarçoveya OHAL’ê de 370 komele hatin girtin û di nav de komeleyên jinan jî hene. Ji rêxistinbûna jinê ditirsin. Dixwazin hêrsa sedsalî ji jinan bigirin. Ez bang li hemû jinên cîhanê dikim. Em di 25’ê Mijdarê de bi awayekî xurt li qada bin. Ji bo çareseriyê em dengê xwe bilind bikin.”
Jin wê li dijî êrîşan li qada bin
Wekîla Hevşaredara Erşîşê Guler Avci jî diyar kir ku AKP di demên dawî de ji bo jinan bêdeng bike êrîşan pêk tîne û armanca wan eve ku jinan hepsê malê bike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “AKP’ê heta niha bi polîtîkayên xwe hewl dan jin hepsê malê bin. Sebahat Tuncel ûAyla Akat îradeya gel temsîl dikirin. Di şexsê wan de hewl dan jinên Kurd bêdeng bikin.Lê jin wê di 25’ê Mijdarê de li qada bin û dengê xwe qîr bikin.”
Endama Meclîsa dayikên Aştiyê ya Wanê Kewê Işik jî diyar kir ku ew şîdeta li ser jinê qebûl nakin û got divê lid iJî şîdetê jin rabin ser piyan.