Ceren ji 2008’an heta niha navnîşana çareseriyê ya jina ye
10:00
JINHA
AMED – Komeleya Jinan a Cerenê ku ji 2008’an heta niha faliyet dimeşand bi OHAL’ê re hat girtin. Cerenê li Amedê ji bo jinan îmze avêt gelek xebatan û çareserî afirand.
Bi biryara wezareta Karê Hundir re 370 komele hatin girtin. Di nav de 47 heb yên Amedê bûn. Din av komeleyên hatin girtin de Komeleya Ekîn Cerenê jî hebû. Komeleya Ekîn Cerenê ji 2008’an heta niha xebatên gelek girîng ji bo jinan meşand û ji bo pirsgirên jinan bû navenda çareseriyê.
‘Me jiyanek bi rengê jinê hedef kir’
Komeleya Jinan a Ekîn Cerenê kul i dijî her cureyê newekheviyê têkoşîn meşand bû hedef. Jinên di komeleya Ekîn Cerenê de dixebitin diyar kirin ku li dijî zîhniyeta serdest ya mêr-dewletê têkoşîn meşandine û wiha gotin: “Em jinên dînamîka têkoşîna herî girîng ya sedsala 21’ê, li dora hêza xwe ya xweser me jiyanek bi rengê jinê hedef kir. Bi vê berpirsyariyê em wek Komeleyê ji bo wekheviya zayendê xebatên çandî, perwerde, aborî plan kir û xist jiyanê.
Ji bo jinên Êzdî xebitîn
Komeleyê ji bo jinên Êzidî yên di destê DAIŞ’ê de jî di Platfoma Têkoşîna ji bo Jinên Hatine Dîlgirtin de jî cih girt û li kampa Şengalê ya ji bo gelê Êzidî hatiye avakirin e salek û nîvê xebat meşand. Di heman demê de li Amedê yekem pirtûkaneya jinê vekir.