Remziyeya bi keça xwe ya du salî re hat girtin li derve 3 zarokên wê li bende wê ne

10:00

JINHA

AMED- Li Sûra Amedê 50 sivîlên di bodrumê de asê mabûn piştî hatin tahliyekirin hatin girtin. Remziye Tosun ya bi keça xwe ya du salî re hat girtin runiştina wê ya yekemîn di 29’ê Qanûnê de tê dîtin. Zarokên wê yên li derve man jî dayik û xwişka xwe dixwazin.

Li navçeya Sûra Amedê di qedexeya derketina derve de sivîlên di bodrumê de asê mabûn piştî hatin tahliyekirin hatin girtin. Yek ji van jî Remziye Tosun bû. Remziye 6 mehan bi 4 zarokên xwe re li taxa Fatîhpaşa jiya bû.

Remziye ya 38 salî piştî ji bodrumê hat derketin şûnde bi wê re keça wê ya du salî di 8’ê Adarê de hat girtin û şandin girtîgeha Tîpa E ya Amedê. Kesên bi Remziyeyê re hatin girtin bi muebetê tên darizandin û danişîna yekem di 29’ê Qanûnê de ye. malbata ku bi 4 zarokên xwe re bi mehan di mala xwe de berxwe da, piştre bi sîvîlan re derbasî bodruman bibûn. Remziyeyê ku fêm kir qedexe ranabe ji bo zarokên xwe neçar ma ji Sûrê derkeve û dema ew li Sûrê bûn hevjînê wê Mustafa Tosun hatibû girtin.

Ji bo 20 kesan muebet tê xwestin

Ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve 32 jê girtî têkildarî 40 kesî de îdianame hat amadekirin û ji bo 20 kesan jî bi îdiaya ‘yekitiya dewletê xerakirine’ cezayê meubetê hat xwestin. Ji bo 20 kesên din jî ku rojnamegerê DÎHA’yê Mazlum Dolan jî heye bi îdiaya endamtiya rêxistinê ceza hat xwendin. Îdianem ji aliyê 5’meîn dadgeha cezaya giran ve hat qebûlkirin.

Kurê Remziyeyê yê16 salî diyar kir ku dayika wê bêsûce û wiha got: “Dayika min dest ji mala xwe berneda. Ev saleke di hundir de ye. sûcê wan tine. Xwişka min hîna 2 saliye. Têkildarî wê û me de doz vekirin.”

Dayika Remziyeyê Nurten Tarimê jî got Remziye ji bo malbata xwe li wir mabû, lê dewletê ew wek terorîst îlna kiriye.