Welatî bi rûyên tejî ken û kêfxweş vedigerin gundên hatine azad kirin

10:02

JINHA

REQA - Di encama pêngava "Xezeba Firatê" de gelek gund bi pêşengiya QSD'ê ji çeteyên DAIŞ'ê hatin rizgarkirin. Jinên ku gundê wan ji çeteyan hatiye rizgarkirin bi rûyên tije ken û kêfxweşî berê xwe didin malên xwe û spasiya QSD'ê dikin.

Di 5’ê mijdara 2016’an de hêzên QSD’ê bi pêşengtiya YPG û YPJ’ê dest bi pêngava 'Xezeba Firatê' kirin. Di encama pêngavê de gelek gund û sivîl ji destê çeteyan hatin rizgarkirin. QSD'ê sivîlên rizgarkirî li qadên ewle bicih kirin. Piştî gundê wan hat rizgarkirin bi kêfxweşiyeke pir mezin derbasî gundê xwe dibin û spasiya QSD'ê dikin. Şêniyên gundê Hîşa, Elhuriya û Fatîsa bi kêfxweşiyek mezin hêdî hêdî vedigerin malên xwe.

Tê zanîn ku di dema serweriya DAIŞ'ê de gelek îşkence û hovîtî li ser sivîlan dihate meşandin, li ser jinan jî her cure şîdet dihate bikaranîn. Lê îro bi berxwedana QSD'ê sivîl careke din vedigerin malên xwe û kenekî ku demeke dirêj jê bêpar mabûn li ser rûyê xwe dixemilînin. Ji rûyê zarok, jin, pîr û kalan jî ev kêfxweşî û hêvî diyar dibe. Hemûyan jî bi nîşana serkeftinê spasiya QSD'ê kirin.

Xatûn yek ji jinên gundê Hîşa yê ku ji çeteyan hatiye rizgarkirin e. Xatûnê wiha kêfxweşiya xwe bi vegera malê vedibêje: "Em niha berê xwe didin malê û pir kêfxweş in ku gundê me hate rizgarkirin. Xwedê çeteyan nehêle, em bi saya QSD'ê îro azad vedigerin gundê xwe. Xwedê QSD'ê biparêze."