'Bi hêza YPJ'ê dê ev cilên reş û pergala koletiyê ji holê rabe'

10:05

JINHA

REQA- Şervana YPJ'ê Sema Reqa têkîldarê tevlîbûna xwe ya ji pêngava 'Xezeba Firatê' re nirxand û wiha got: "Armanc û xeyalê min ew e ku hemû jinên Reqayê ji çateyan rizgar bikin û wan ji tarîtiya dijmin azad bikin."
Şervana YPJ'ê Sema Reqa ya ku li hember pergala desthilatdariyê serî hildaye û tevlî hêzên YPJ'ê bûye diyar kir ku ew ji malbatek welatparêz tevlî bûye û wiha got: "Bi destpêkirina şoreşa Rojava re ez gihiştim wê rastiyê ku jin dikare parastina welatê xwe bike û ji bo civakê bibe mînak. Li ser vî bingehî ez di sala 2011''an de tevlî nava refên YPJ'ê bûm. Beriya ku ez tevlî şoreşê bibim min rastî û hêza xwe nasnedikir. Lê piştî ku ez tevlî YPJ'ê bûm, êdî min hêza xwe ya ku bi hezarê salan hatibû veşartin û tunekirin naskir."

Semayê anî ziman ku ew her dem bi xeyalê destpêkirina hemleya Reqayê jiyaye û wiha pêde çû: "Niha jî 'Xezeba Firatê' li ser daxwaz û banga gelê Reqayê li dijî çeteyan hat destpêkirin. Di encama pêngavê de QSD'ê gelek gund, mezre her wiha bi hezaran sivîl jî rizgarkirin û li Eyn Îsa bicih kirin."

'Heya ku hêzên YPJ'ê hebin dê azadî li ser ruyê erdê hebe'

Semayê bi lêv kir ku xwesteka wê ew e jinên êzidî û bajarê Reqayê ji zilma çeteyên DAIŞ'ê rizgar bike û wiha domand: "Jinên Reqayê gelek êş û zilm ji çeteyên DAIŞ'ê dîtine. Ew jin di bin cilên reş de fetisandine û rengê wan ê ku hêviyê dide jiyanê tarî kirine. Her ku ez behsa wan jinan dikim, ez pir xemgîn dibim çi malbata min be yan jî gelê me be. Xeyala min ew e ku ew jin werin rizgarkirin û zanekirin da ku bighêjin rastiya xwe û bizanin ka çi li ser wan hatiye mşandin. Êdî ji vir û şûnde tu mêr an jî çeteyên DAIŞ'ê nikarin li hember vîna jinê gavan bavêjin. Heya ku hêzên YPJ'ê hebin dê azadî li ser ruyê erdê hebe."

'Bi hêza YPJ'ê wê tarîtiya li Reqayê veguhere roniyê'

Semayê her wiha destnîşan kir ku ew ê tarîtiya li bajarê Reqayê veguhere ronahiyê û wiha dirêjî da gotina xwe: "Mîna ku rastî di nava tarîtiyê de hatiye veşartin, rastiya jinê jî di nava wan cilên reş de hatiye veşartin. Jin ji serî heta binî bi cilên reş hatiye fetisandin û rengê jiyanê jê hatiye birîn. Bi hêza YPJ'ê dê ev cilên reş û pergala koletiyê ji holê rabe. Wê tarîtiya li Reqayê vegûhere ronahiyê."