Li Hesekê 1’mîn konferansa Kongra Star pêk hat
11:10
JINHA
HESEKÊ- Rêxistina Kongra Star a bajarê Hesekê 1’mîn Konferansa xwe bi tevlîbûna hemû endamên Kongreyê lidar xist.
1’mîn Konferansa Rêxistina Kongra Star li bajarê Hesekê bi tevlîbûna rêveberên Kongreya Star, tevahî endamên Mala Jinê, Weqfa Jin, Destaya Jinê, nûnerên jin ên saziyên civaka sivîl û meclisan li Salona Ciwanan a taxa Kelasê pêk hat. Salona Konferansê bi wêneyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocelan, alên Kongra Star û wêneyên pakrewanan hat xemilandin.
Konferans bi deqeyeke rêzgirtin destpêkir, paşê ji bo rêvebirina konferansê dîwan ji rêveberên Kongreya Star Welîda Botî, Enûd Qero û Şêrîn Oso hate hilbijartin. Piştî hilbijartina dîwanê bernameya Konferansê hate xwendin. Paşê perspektîfên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan derbarê jinan de ji hêla endama Kongreyê Şînda Abê ve hate xwendin. Her wiha perspektîf, rapora siyasî û ya xebatên salekê ji aliyê Civîn Remo ve hate xwendin. Di raporê de êrîşên dewleta Tirkiyeyê yên li ser Şehbayê û Kantona Efrînê, her wiha giringiya pêngava 'Xezeba Firatê' hatin nirxandin. Rola jinê ya sereke di şoreşa Rojava de ku bi şoreşa jinê hatiye nasîn, hate nirxandin.
Jinên ku di konferansê de amede bûn rewşa siyasî û ya rêxistinî nîqaş kirin. Ji bo pilansaziyên dema pêş jî deriyê nîqaşê hate vekirin û bal hat kişandin ser girîngiya rola jinê di tevahî qadan de. Xwesteka jinan ew bû ku perwerdehiyên bîrdozî û parastina rewa werin zêdekirin.
Di dawiya Konferansê de Meclîsa Kongreya Star a bajarê Hesekê ji 10 rêveberên ser asta Kantona Cizîrê û 5 rêveberên bajar hatin hibijartin. Navên jinên ku hatin hilbijartin jî ev in: Şêrîn Oso, Enûd Qero, Xanim Îsa, Sema Azadî û Helîma Ehmed Elî. Biryar hate girtin ku hemû endamên Kongreyê nasnameya Kongra Star werbigirin.