Endamên TAJÊ: Jinên êzidî di çaperên berxwedanê de

12:50

JINHA

ŞENGAL - Endama TAJÊ Heyam Hecî diyar kir ku ew bi destpêkirina operasyona Tolhildana Jinên Êzidî kêfxweşin û got: "Di dîrokê de jina êzidî li hember dijmin serê xwe netewandiye. Mînakê berxwedana jinên êzidî Zerîfa Ûsê û Şehîd Bêrîvane”

‘Pêngava Tolhildana Jinên Êzidxanê’ ya di 12’ê Mijdarê de ji bo rizgarkirina gundewarên Şengalê destpêkiriye berdewam dike. EndamaTevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Canê Heydar diyar kir ew piştgirî didin şervnên YJŞ û YBŞ'ê û wiha got: "Em di serî de hemleya ku şervanên YJŞ û YBŞ’ê daye destpêkirin pîroz dikin. Ev pêngav xwedî wateyek mezine.Ev operasyon heya niha bi serkeftî derbas dibe wê her serkeftî be. Şervanan gelek cebilxane bi dest xw ve anî û gelek çete jî kuştin. Çeteyên DAIŞ’ê li tevahî cîhanê bi hovitiya xwe tirsek mezin da avakirin. Li hember jinên êzidî hovîtiyek mezin pêk anîn, lê belê îro jina êzidî tola êşa xwe hildigrin û li hember çeteyan di çeperên berxwedanê dene.”

Heyam Hecî jî anî ziman ku ew bi hêviya tevahî jinên dîlgirtî rizgar bibe dijîn û wiha axivî: “Ji bo azadiya gelê bindest kijan hêz şer bike, em ê piştgirî bidin wan. Tu kes êşa ku jinê kişandî bi taybet jina êzidî nekişandiye. Tu kes birînê kesî derman nake heya ku ew bi xwe, xwe derman dike. Her tişt ne bi çekê ye, yê ku bixwaze ji gelê xwe re fedekari bike, dikare li her qadê tevlî bibe. Mînak niha dayikên me di çeperên pêş de ji bo şervanên azadiyê xwarinê çêdikin. Ev dayik bi xwarina xwe piştgirî didin şervana û hêz didin wan. Ev tiştek pîroze û pir bi wateye. Di dîrokê de jina êzidî li hember dijmin serê xwe netewandiye. Mînakê berxwedana jinên êzidî Zerîfa Ûsê û Şehîd Bêrîvane.

Heyamê di dawiyê de bang li tevahî gelê êzidî kir ku xwedî li hemleyê derkevin û wiha pêde çû: “Girêdana di navbera çiyayên Şengalê û gelê êzidî de girînge û xwedî wateyek dîrokiye. Divê li hember 74 fermanên gelê êzidî xwe bi rêxistin bikin û xwedî li hebûna xwe derên. Her kesê bikare çekê rake bila bê ji bo ax, şeref û namûsê xwe şer bike. Mirov carek dimire bila wê carê jî ser bilind bimire. Cardin em serkeftinê ji hemî şervana re dixwazin.”