Xebatkarên şaredariyê hatin binçavkirin

13:21

JINHA

MÊRDÎN- Li Mêrdînê 4 xebatkarên şaredariyê hatin binçavkirin.

Piştî ku hikumetê şaredariya bajarê mezin a Mêrdînê desteser kir dest bi binçavkirina xebatkarên şaredariyê kir. 3 kesên ku di çapemeniya şaredariyê de cih digirin Meltem Aslan, Haşîm Apak, Yusuf Erda û xebatkarê şaredariyê yê bi navê Mehmet Alî Dag hatin binçavkirin.

Kesên ku , hatine binçavkirin birin midûryeta eminyeta Mêrdînê.