Bernameya çalakiyên 25'ê Mijdarê ya Mersînê eşkere bû

14:19

JINHA

MERSÎN - Platforma Jinan a Mersînê bernameya çalakiyên xwe yên bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li hemberî Şîdeta li dijî Jinê werin lidarxistin, eşkere kir.

Bernameya çalakiyan li Civata Rojnamevanên Mersînê bi daxuyaniyeke çapemeniyê hate eşkerekirin. Endama platformê Şerîfe Kiliç di daxuyaniyê de wiha got: "Piştî girtina rojname, şaredarî, sêyemîn partiya herî mezin a Tirkiyeyê û komeleyan, êdî li Tirkiyeyê mûxalefet nema ye." Şerîfeyê dest nîşan kir, ku jiyan li Tirkiyeyê êdî ne ewle ye û anî ziman, jinên ku li her qada jiyanê zor û zehmetiyan dikişînin, roj bi roj jiyan li wan diherime û terora dewletê li wan tê kirin. Şerîfeyê got, pêwîste her kes zanibe, jin wê bêdeng nemîn in.

Di dawiya daxuyaniyê de Şerîfeyê plana çalakiyan a 25'ê Mijdarê eşkere kir û banga tevlîbûnê kir:

* 20'ê Mijdarê, di çarçoveya Kampanya Kirmizi Balon de wê li Navenda Kongreyê ya Mersînê şahiya zarokan bê lidarxistin.

* Di 21'ê Mijdarê de wê li kolana Sanatê, peşangeha ji wêneyên Aynûr Epl a girtî were vekirin.

* 22'ê Mijdarê wê ji jinên girtî re kart werin şandin.

* 25'ê Mijdarê wê li ber Forûm AVM daxuyaniyek ji çapemeniyê re bê dayîn.