ROJEVA 19'Ê MIJDARÊ 2016
09:43
* Jîna bi navê Yasemîn Derîn ya ku li Fîskayaya Sûra Amedê terzîtiyê dike û astengdar e derbarê berxwedana Sûrê de wiha got: "Ji ber ku ez astengdar bûm min nikaribû piştgirî bidana berxwedêran lê min her ji bo wan dua dikirin."
*Bi pêşengiya Platforma Jinan a Edenê jin wê di 25’ê mijdarê de li parqa Ataturkê bên cem hev. Hemû pêkhateyên platfomê li dijî KHK’an , komkujiyên jinan û şer banga tevlîbûna qadan kirin.
*Li Boluyê Pîrebokên Kampusê atolyeyê parastina cewherî dan destpêkirin û vê hefteyê destpê dikin. pîreboka kampusê Hatîce Goz jî bi şîara ‘Em bi hev re jiyanê bi parêzin’ hemû jin vexwendiyê atolyeyê kirin.
*Li Mêrdînê Komeleya Li Her Derê Huner ku çand, ziman û olên cuda aniye cem hev bi çar zimanan perwerdê dide û bi taybet mexdurên şer û xizan tevlî perwerdehiyên wan dibin.
*Parêzer Ceren Şîmşek diyar kir ku AKP, bi pêşnûme qanûna wê zaroka rastî tecawizê bê bi tecawizkarê wê re bê zewicandin, sûcdar bê ceza dihêle e û ev jî îstîsmara zayendê dike sazî. Cerenê da zanîn ku tecawiz sûce û peywira dewletê jî ne parastina tecawizkar, pêşî girtina li tecawizê ye.
* Şervana YPJ'ê Nûrşîn Reqayê ku li hember çeteyan çekê giran doşka bikar tîne diyar kir ku ew soz didin tevahî jinên Reqayê ji zilma çeteyên DAIŞ'ê rizgar bikin û got ew ê rojên xweş nêz be."
*Li gundê Ewîna yê Mêrdînê dengbêj Medîne ya ku bi sitranan û şewata di dilê xwe de zilma dewletê vedibêje, destnîşan kir ku zîlm û komkujiyên ku ji aliyê dewleta tirk ve li ser kurdan pêk hatin tu cararan nayên jibîrkirin.
*Xwendekarên Komeleya Çand û Hunerê ya ku bi KHK’ê hat girtin diyar kirin ku wê bi hunerê bersivê bidin mohrê.
*Semîha ji aliyê mêrê ku pê re hat zewicandin rastî şîdetê hat û li dijî vê dest ji hevjînê xwe berda û jiyanek nû da destpêkirin. Semîha belavkariya rojnameya Ozgur Gundemê dike û têkoşîna jinê jî hîn dike.
*Seroka KCDP’ê Gulsum Kavê pêşnûme qanûna AKP’ê ya ku îstîsmara zayendî û tecawizkar bê ceza dihêle wek şermê nirxand û wiha got: “Beriya pêşnûme biçe nîqaşê, belgeyek şermê ya divê bê rendkirinê ye. Ez bang li her kesî dikim ku xwedî