Berxwedana jinan dewlet têk bir

09:57

JINHA

AMED- Jîna bi navê Yasemîn Derîn ya ku li Fîskayaya Sûra Amedê terzîtiyê dike û astengdar e derbarê berxwedana Sûrê de wiha got: "Ji ber ku ez astengdar bûm min nikaribû piştgirî bidana berxwedêran lê min her ji bo wan dua dikirin."

Li semta Fîskayayê ya ku girêdayî navçeya Sûrê ya Amedê ye, di dema berxwedana ku li navçeyê pêk hat de dewletê jin zarok kal û pîr hemû dan ber bombeyan. Di encama van bombebaranan de gelek kes hatin kuştin. Ji van kesên ku ew rojên dijwar li Sûrê bihartin yek jê jî jina astengdar a bi navê Yasemîn Derîn(39) a ku bi terzîtiyê debara xwe dike ye. Yasemîn a ku li gel gelê sûrê ew rojên dijwar derbas kirine wiha bahsa serboriya xwe û berxwedana jinan kir: "Ez 39 salî me û ji nigê xwe astengdar im. Min nikaribû li gel wan berxedan bimeşandana, lê ez her bi duayên xwe li gel wan bûm û min ji bo wan dûa dikirin."

Yasemîn di berdewamiya axaftina xwe de bahsa girîngiya berxwedana jinan jî kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ez jineke astengdar bûm lê min tucarî destê xwe ji gel re venekir û min pars nekir. Divê jin her li ber xwe bidin. Gava ku jin bixwaze tiştê ku nikaribe bike tune ye. Jin bi têkoşîna xwe dikare dewleta ku xwe mezin dihesibîne jî biçûk bike. Ji ber ku di berxwedana Sûrê de jî jinan ev hêza xwe bi berxwedana ku dan ji teva hiya civakê re îspat kirin. Em tu carî destê xwe li ber kesekî venakin û em ê her li ber xwe bidin.”