Jinên Edenê ji bo 25’ê Mijdarê bang dikin: Em ê li dijî KHK’a li qada bin

09:58

JINHA

EDENE- Bi pêşengiya Platforma Jinan a Edenê jin wê di 25’ê mijdarê de li parqa Ataturkê bên cem hev. Hemû pêkhateyên platfomê li dijî KHK’an , komkujiyên jinan û şer banga tevlîbûna qadan kirin.

Rêxistinên Jinan yên Edeneyê bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Şîdeta li Hemberî Jinan a Navneteweyî bagn kiri nû gotin wê li dijî şer û OHAL’ê di 25’ê mijdarê de li Parqa Ataturkê bên cem hev.

‘Bersiva me bilindkirina têkoşînê ye’

Endama Piştevaniya Mor a Edenê Derya Çîçekê bang tevlîbûnê li jinan kir û wiha berdewam kir: “25’ê Mijdarê nêz dibe û şîdet jî mezin dibe. Carek din rewabûna berxwedanê derket holê. AKP di paşverûtiyê de sînor nas nake. Komeleyên jinan hatin mohrkirin lê cihê vê têkoşîna me ya kolanê girtin. Emê her tim li kolanan bin û têkoşîna xwe bilind bikin.”

‘Divê em li dijî AKP’ê jiyanê bi rengê mor rengîn bikin’

Endama Platforma Jinan a Edenê Meziyet Aytaçê jî diyar kir ku AKP bi her awayî pêşî li şîdeta li ser jinê vedike û ev tişt anîn ziman: “Serobinokirina şîdetê mezinkirina piştevaniya jinê ye. Divê em cîhanek bê şîdet ava bikin û jiyanê bi mor boyax bikin. Em li dijî desthilatdariya AKP’ê deng derdixin.”

Ji Jinên Mala Gel Dîlara Akgoz jî bi lêv kirku her diçe desthilatdariya serdest ya mêr çavsortir dibe û girtina saziyên jinan û ajansa nûçeyan a JINHA’yê ku hatin girtin bibîr xist.
Ji jinên EMEP’ê Çîgdem Ozbîlgîlî jî ev tişt anîn ziman: “Li aliyekî qetilkirina jinan tê rewakirin û li aliyê din jî şerê qesrê herî zêde bandorê li ser me jinan dike. Bûyerên li Cizîr, Sîlopî û Sûrê her tiştî nîşan dide.” Ji pîrebokên kampusê Denîz Uslu jî destnîşan kir ku bi înada pîrebokiyê wê li kolanan bin.