‘Ji bo jiyana hevpar bê parastin divê jin parastina cewherî pêş bixin’
09:58
JINHA
BOLU – Li Boluyê Pîrebokên Kampusê atolyeyê parastina cewherî dan destpêkirin û vê hefteyê destpê dikin. pîreboka kampusê Hatîce Goz jî bi şîara ‘Em bi hev re jiyanê bi parêzin’ hemû jin vexwendiyê atolyeyê kirin.
Pîrebokên Kampusê atolyeyê parastina cewherî berdewam dikin. Piştî Stenbol, Enqere û Hatayê ev atolye li Bolu û Edeneyê jî hatin vekirin. Li Zanîngeha Abant Îzzet Baysal qeydan dest pê kir.
Hatîceyê balkişand ser girîngiya parastina cewherî û got divê li dijî vê sekneke fîzîkî hebe û ev tişt anîn ziman: “ Kesên nû dest bi dersan dikin dibêjin ‘belkî hêza min ya ku ez xwe biparazim tine lê bixwebawerbûnek mezin hatiye min.’ Li Boluyê şîdeta li hemberî jinê gelek zêde ye û ji ber vê me atolye plankirin.
‘Jin girîngiya parastina cewherî dizanin’
Hatîceyê di berdewamiyê de destnîşan kir ku ji bi kelecan li bende atolyeya parastinê ne û wiha pê de çû: “Sala borî xwendekar Dîlay Gul ji aliyê hevalê xwe yê polê ve hat qetilkirin. Li vir bûyerê wisa pir tên jiyîn. Li dijî vê parastin esase. Li Tirkiyeyê jin êdî vê dizanin. Parastina cewherî jib er vê balê dikişîne. Ji ber vê em belav dikin.”