Nûrşîn Reqa bi çeka xwe doşka di berxwedanê de ye

10:02

JINHA

REQA- Şervana YPJ'ê Nûrşîn Reqayê ku li hember çeteyan çekê giran doşka bikar tîne diyar kir ku ew soz didin tevahî jinên Reqayê ji zilma çeteyên DAIŞ'ê rizgar bikin û got ew ê rojên xweş nêz be."

Pêngava 'Xezeba Firatê' ji bo gelên ku axê wan ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatiye dagirkirin bûye hêviya azadiyê. Hemleya 'Xezeba Firatê' herî zêde hêviya jiyaneke nû da jinan. Ji ber vê bi sedan jin berê xwe didin herêmên ewle û tevlî hêzên parastinê dibin. Jinên bajarê Reqayê jî ku ev çend sal e di bin serweriya DAIŞ'ê de ye û ji xwe re kiriye payîtext, bi coş û moraleke mezin tevlî vê pêngavê bûn. Yek ji wan jinan jî şervana YPJ'ê Nûrşîn Reqa ye.

'Me nedikarî em bêjin ku em kurdin'

Nûrşînê diyar kir ku ew niha 19 saliye û li bajarê Reqayê ji dayik bûye. Nûrşînê anî ziman ku çeteyan li hember wan hovîtiyên mezin pêk aniye û wiha got: "Ev çend sal e DAIŞ'ê Reqa ji xwe re kiriye paytext. Bi hatina çeteyan re zor û zilma li ser jinan dest pê kir. Jin li her qadê jiyanê rastî îşkencê dihat. Jin di nava cilên reş de difetisandin. Ji maf û azadiyê bê par dihat hêştin. Min jî ev zilm û şîdeta çeteyan a li ser jinan bi çavên xwe didît. Malbata min ji ber zilma çeteyên DAIŞ'ê berê xwe da gundê Qeremox ê girêdayî Kantona Kobanê. Dema em li Reqayê bûn, me nikarîbû li pêşiya çeteyan bêjin ku em kurd in, ger me wisa bigota wê cezayên herî giran di derheqê me de kiribana."

'Xeyala min ew bû ku ez li ser doşkayê li hember çeteyan şer bikim'

Nûrşînê bi lêv kir ku ew bi riya tv'yê berxwedana hêzên YPJ'ê nas kiriye û wiha domand: "Min dîmenên wan ên şer, perwerdeyê temaşe dikir û didît çawa bi lorînan li dijminê xwe dixistin. Ez herî zêde bi dîmenên hevalên ku li ser doşkayê şer dikirin, bandor dibûm. Min jî ew yek xeyal kir ku li ser doşkayê şer bikim û ez jî tevlî şoreşê bibim. Armanca min ew bû ku ez li dijî hişmendiya çeteyan şer bikim. Li ser vî bingehî ez di sala 2014'an de tevlî nava refên YPJ'ê bûm."

'Qet xeman nexwin'

Nûrşînê da zanîn ku ew bi destpêkirina pêngava 'Xezeba Firatê' kêfxweşe û wiha dirêjî da gotina xwe: "Dema min bihîst ku dê pêngava 'Xezeba Firatê' dest pê bike, ez pir kêfxweş bûm. Min xwe û doşkaya xwe ji bo hemleyê baş amade kiribû. Dixwazim bi vê doşkayê li dilê dijmin bixim û tola hemû jinan hilînim. Çeteyan jin weke mirovan nedihesiband, ew ji hemû mafên wê heya ji mafê axaftinê bêpar hiştibû. Her dem dixwestin jinê bêdeng bikin, min jî qet ev zilma wan qebûl nekir û li ser esasê tolhildana jinan ez tevlî 'Xezeba Firatê' bûm. Em ê biçin hemû jinên Reqayê rizgar bikin, bila qet xeman nexwin vaye şervanên jin tên."