Gulsum Kav: Pêşnûme Qanûn belgeya şermê ye

10:09

JINHA

ÎZMÎR- Seroka KCDP’ê Gulsum Kavê pêşnûme qanûna AKP’ê ya ku îstîsmara zayendî û tecawizkar bê ceza dihêle wek şermê nirxand û wiha got: “Beriya pêşnûme biçe nîqaşê, belgeyek şermê ya divê bê rendkirinê ye. Ez bang li her kesî dikim ku xwedî li rumeta mirovahiyê derkevin.”

Bertekên li dijî pêşnûe qanûna ku îstîsmara zayendî û tecawizê bê ceza dihêle mezin dibin. Nûnera Giştî ya Platforma Emê Kuştinên Jinan Rawestînin (KCDP) Gulsum Kavê têkildarî mijarê de diyar kir ku ev pêşnûmeya ji aliyê 6 mêran ve hatiye amadekirin divê bê qelaştin û nekare bê pêşniyarkirin jî.

Gulsumê di berdewamiyê de bi lêv kir ku wê roja sêşemê rewşa pêşnûmeyê bê diyarkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ez hatina wê kaxizê ya li meclîsê wek şerm qebûl dikim. Em mijar nekare wek mijarek normal bê nîqaşkirin. Em matmayî dimînin ku çawa li meclîsê dest ji bo vê radibin. Ji ber me ev çareser nekir, divê serê me bikeve ber me û divê teqez pêşnûme bê redkirin.”

Gulsumê di dawiya axaftina xwe anî ziman ku pêşnûme wê êrîşên zayendê zêde bike û got divê l diJî vê têkoşîn bê dayîn. Her wiha Gulsumê destnîşan kir ku wê roja sêşemê li meclîsê bin.