Amîda ya ku li gel bombebaranê xebatên xwe berdewam kirin hat girtin

11:52

JINHA

AMED – Piştî ku qeyûmê li Sûrê Muduryeta Polîtîkayên Jinan ya di bin banê Şaredariya Sûrê de xebatên xwe didan meşandin fesih kir, Navenda Serlêdanê ya Jinan Amîda jî hat girtin. Jinan bertek nîşanî girtina Amîdaya ku di bin dorpêç û gulebarana li Sûrê de xebatên xwe didan meşandin dan.

Karê sereke yê qeyûmên ku tayînî şaredariyên DBP’ê hatin kirin, girtina navendên serlêdanên ku di bin banê van şaredariyan de xebatên xwe didan meşandin e. Van navendên jinan yên ku hatin girtin li cihê ku lê xebat didan meşandin bi jinan re gelek xebatên girîng didan meşandin. Ji van navendên ku hatin girtin yeke jê jî Navenda Serlêdanê ya Amîdayê bû ku li Sûra Amedê xebatên xwe li gel qedexeyê didan meşandin e. Navenda ku di sala 2013’an de hat vekirin, bêyî ku guh bide bombebaran û qedexeya derketina kolana a li Sûrê bê navber xebatên xwe didan meşandin. Lê ev navenda girîng jî piştî ku qeyûmê bi navê Bîlal Ozkan tayînî şaredariya Sûrê hat kirin bi fesihkirina Daîreya Polîtîkayên Jinan re hat girtin. Her wiha navenda ku ji bo zarokan jî xebatên girîng didan meşandin piştî ku hat girtin, tê îdiakirin ku dê veguherînin pirtûkxaneyê.

Vê navendê li Sûrê deng vedabû

Saziya ku ji psîkologan bigire heta bi civaknasan xebat ji bo jinan lê didan meşandin, ji bo jinan di heman demê de perwerde dida û xebatên derbarê derûnî û civaknasiyê didan meşandin. Amîdaya ku li Sûrê xwe gihand hemû jin û zarokan bi xebatên xwe deng veda.

Di bin gulebaranê de jî xebatên xwe berdewam kirin

Jînên di bin banê Amîdayê xebatên xwe didan meşandin li gel ku hetiyekê nikaribûn biketa hundir jî li derve xebatên xwse berdewam kirin. Di vê serdemê de jî li ber saziyê bombe teqiya û sazî ji aliyê polîsan ve rastî êrîşê hat. Saziya ku her rastî êrîşê dihat li Sûrê hevkariya xwe ya bi jinên berxwedêr re berdewam dikir. Her wiha xebata herî girîng ya vê saziyê ew bû ku piştî dorpêçê bi jinên li Sûrê re raporeke berfireh amade kir.


Ji ber van xebatên Amîdayê yên girîng jinên li Sûrê bertek nîşanî girtina Amîdayê dan û wiha gotin: “Ev sazî jî ji destên me g irtin, em ê ji vir wêde bi ku de biçin? Doza çi li jinan dikin.”