Raperîna jinan li hember pêşnûmeya AKP'ê zêde dibe

12:18

JINHA

STENBOL - Li dijî pêşnûmeya AKP’ê ya ku tecawizkara dişofîne, jin daketin kolanan. Li Kadikoyê bi sedan jin di pêşengiya HDP’ê û li Taksîmê jî bi pêşengiya Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin, hatin gel hev û peyama “Em ê nehilên tecawizkar bên şofandin” dan hikûmeta AKP'ê.

Jin li dijî pêşnûmeya desthilatdariya AKP'ê daketin kolanan û destnîşan kirin ku wê rê nedin vê qanûna sosret. Jinên ku bi pêşengiya HDP’ê li Meydana Kadikoyê kom bûn, dowiz rakirin, dirûşmeyên “Em ê nehêlin tecawizkar bên şofandin”, “Ev qanûn wê ji vê meclîsê derbas nebe”, “Zilam lê dide, dewlet diparêzer”, “Jin li her derê di berxwedanê de ne” berz kirin.

‘Heta vê qanûnê navêjin ser sergo em li kolanan in'

Li ser navê rêxistinên jinan destpêkê endama Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP’ê Gulsum Agaoglû nirxandin kir û bi bîr xist ku desthilatdariya AKP’ê ya ku her roj sûcê mirovahiyê dike hewl dide 4 hezar tecawizkaran bişofîne. Gulsumê destnîşan kir ku jin wê teqez vê qanûnê qebûl nekin, got tecawiz sûcê mirovahiyê ye û ragihand ku heta ev qanûn neçe ser sergo ew ê li kolanan bin.

‘Em ê rê nedin vê pêşnûmeqanûnê'

Piştî Gulsumê, endama Yeryuzu Kadinlari Semra Ûzûnok axivî û anî ziman ku wê rê nedin vê pêşnûmeqanûnê û wiha got: “Wek jin, em ê destûra ti qanûnên ku îstîsmara zarokan û destavêtina jinê dişofîne nedin.” Her wiha bang li tevahî jinan kir ku roja Şemiyê saet 18.00’an li ber Operaya Sureyya ya li Kadikoyê tevlî çalakiyê bibin.

‘Zihniyeta DAIŞ'ê ye'

Navnîşanek din a çalakiyên jinan jî li Taksîmê Qada Galatasarayê bû. Jinên ku bi pêşengiya Platforma Em ê kuştinên Jinan Rawestînin li hev kom bûn, pêşnûme qetandin. Di çalakiyê de jinan pankart vekirin û gotin ku wê rê nedin zihniyeta DAÎŞ’ê. Jinên ku dirûşmeyên “AKP destê xwe ji zarokan bikşîne”, “Em ê nehêlin tecawizkar bên şofandin”, “Ti carî jin ne bi tenê ye” berz kirin û destnîşan kirin ku wê ev qanûn derbas nebe. Di çalakiyê de xizma Ozgecan Aslan, Karanfîl Aslan wiha axivî: “Bila kêfa Qesrê neyê, em ê nehêlin ev qanûn derbas bibe” û banga “tevlî me bibin” li hevjînên wekîl û wezîrên AKP’î kirin.

Jinan pêşnûmeya sosret çirandin

Xwişka Mûhterem Goçmen, Çîgdem Evcîl jî wiha nerazîbûn nîşan da: “Keçek min a 17 salî heye. Xwedê neke, eger rojekê tiştek bê serê wê, ma gelo ez ê bihêlim heta dawiya emrê xwe bi tecawizkarê xwe re be? Bila tiliyên ew kesên ku ev qanûn amade kirine bişkê. Ez jî Misilman in, lê ne ji we me, Xwedê bela xwe li we bixe.”

Piştî axaftinan, li ser navê Platforma Em ê kuştinên Jinan Rawestînin Meltem Fîgen daxuyanî xwend. Fîgen bal kişand ser zêdebûna îstîsmara zayendî û got di meha cotmehê de destdirêjî li 29 zarokan hatiye kirin. Fîgenê wiha berdewamî da axaftina xwe: “Ev pêşnûmeqanûna ku AKP’e dixwaze di carekê de derbas bike, pêşiya zewaca zarokan a bi tecawizkaran re vedike. Divê ev pêşnûmeqanûn were redkirin. Wek jinan em ê nehêlin ev pêşûmeqanûn di meclîsê re derbas bibe.”

Piştî daxuyaniyê jinan pêşnûmeqanûna sosret çirandin.