1'mîn Konferansa Rêxistina Kongra Star a bajarê Til Temir hate lidarxistin
12:21
JINHA
TIL TEMIR- 1'mîn konferansa Kongra Star a bajarê Til Temir li Navenda Xêma hate lidarxistin.
1'mîn Konferans Kongra Star a bajarê Til Temir bi amadebûna endama Kordînasiyona Kongra Star a Rojava Leyla Beşar, Rêveberiya Kongra Star a Kantona Cizîrê Welîda Botî û endamên Kongreyê yên bajar hate lidarxistin.
Di konferansê de dîwan ji 4 kesan hat hilbijartin, endamên dîwanê ji endama Kongra Star a Kantona Cizîrê Welîda Botî, Rêveberiya Kongra Star a bajarê Til Temir Çinar Yûsif, hevseroka bajarê Til Temir Atûr Ishaq û endama Kongra Star Terfa Ibrahîm pêk hat. Konferans bi deqeyeke rêzgirtin des pê kir.
Piştî hilbijartina dîwanê perspektîfên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di derbarê rola jinê di qadên siyasî, leşkerî û civakî de ji aliyê mamosteya ziman Mizgîn Elî ve hate xwendin. Piştre rapora xebatên salekê yên Kongra Star a bajarê Til Temir ji aliyê Endama Kongreyê ya Kantona Cizîrê Xedîce Ibrahîm ve hate xwendin. Di rapora xebatê de rewşa siyasî hate nîqaşkirin û giringî operasiyona 'Xezeba Firatê' hat vegotin.
Di konferansê de nîqaşên ser rewşa rêxistinî, kêmasiyên xebatê yên salê û çareseriya wan, her wiha mijara şîdeta li ser jinê derketin pêş. Her wiha di konferansê de 5 rêveber ji bo rêxistina Kongra Star a bajar hatin hilbijartin.
Di dawiya konferansê de pilansaziya xebatên sala 2017'an hatin diyar kirin.