Li bersûcê êrîşa zayendî kir 19 sal ceza hat birîn

12:53

JINHA

EDİRNE – Doza bersûc C. A. yê 20 salî ku li dijî zaroka 15 salî êrîşa zayendî pêk anî li Erdîrneyê hat dîtin. Di encama doza hat dîtin de dozger li besûc 19 sal cezayê girtîgehê birî.

Li Edîrneyê mêrê bi navê C.A yê 20 salî li dijî zaroka 15 salî êrîşa zayendî pêk anî. Zaroka ku piştî êrîşa zayendî hat malbata wê xwest ku wê bi C.A re bizewicîne, lê zaroka bi êrîşê re rû bi rûma li dijî biryara malbatê derket û serlêdana sûc kir. Piştî ku serlêdana sûc hat kirin der barê C.A. de ji aliyê Yekemîn Dadgeha Cezayê giran ve doz hat vekirin.

Di encama doza ku hat dîtin de li der barê bersûc C.A. de 19 sal, 9 meh û 15 roj cezayê girtîgehê hat birîn.