Jin pêşnûmeya destdirêjiyê qabûl nakin

14:41

JINHA

ÊLIH- Jinan pêşnûmeya hikûmeta AKPê ya destdirêjiyê şermezar kir.

Li Êlihê di pêşengiya KJA'yê de jinan zagona îstîsmarê ku dê di meclîsê re derbas bibe bi daxuyaniyekê şermezar kirin. Daxuyanî bi tevlîbûna Parlamenterên HDP'ê Ayşe Acar Başaran û Saadet Becerîklî li avahiya DBPê hat dayîn.

Parlamenter Ayşe di daxuyaniyê de diyar kir ku hikûmeta AKP'ê destdirêjiyê meşrû dike û zagona îstîmarê bêaxlaqi ye. Ayşe anî ziman ku hikûmet bi vê pêşnûmeyê dixwaze ku hişmendî û çanda tecawîzê li welat zêde bike, jinê di nav malê de hepîs bike û wiha axivî: "Armanca zagonê ew e ku temenê zewacê biçuk bikin û zewaca zarokên biçûk di nav civatê de zêde bikin. Di makazagona Komara Tirkiyê de temenê zewace 18 saliyê lê bi vê zagonê re dê temenê zewacê bikeve binê 10 an jî 13'an. Ev zagon û hişmendiya tecawiskar nayê qabûlkirin û em ê rastiya vê zagonê ji gel re ragîhînin."

Ayşeyê di dawiyê de destnîşan kir ku jinan vê zagonê qebûl nakin û dê heya dawiyê nerazibûnên xwe binin ziman û li dijî wê li ber xwe bidin.