Gelê Şedadê bi meşek girseyî êrîşên dewleta tirk şermezar kir

17:10

JINHA

HESEKÊ- Şêniyên gundên Erîşe û Ecace yên girêdayî herêma Şedadê êrîşên dewleta Tirkiyeyê yên li ser bakûrê Sûriyeyê bi meşekê şermezarkirin û berxwedana gelê Şehbayê û Babê silav kirin. Her wiha piştgiriya pêngava 'Xezeba Firatê' kirin.

Bi sedan şêniyên herêma Şedadê bi pêşengiya jinên daketin qadan û êrîşên dewleta tirk ya li hember bakûrê Sûriyeyê bi meşek girseyî şermezarkirin. Meş ji çerxereya El-Hedaiyê li gundê Erîşa ya girêdayî herêma Şedadê despêkir û li gundê Ecace bidawî bû. Di meşê de wêneyên Rêberê PKK‘ê Abdullah Ocelan, pankartên "Em êrîşên dewleta Tirkiyeyê yên li ser bakurê Sûriyê şermezar dikin" û "Em piştgiriya operasiyona Xezeba Firatê dikin" û alên QSD‘ê, YPJ û YPG‘ê hatin hildan.

Meş bi dirûşmeyên ku pêngava 'Xezeba Firatê' silav dikin û êrîşên Tirkiyeyê şermezar dikin bidawî bû.