ROJEVA 20'Ê MIJDARÊ 2016
08:36
*Jinan bertek nîşanê tecrîda giran ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dan û gotin: “Ji bo serokatiya me ger hewcebe emê heta dawiyê têbikoşin. Ev têkoşîn divê bi pêşengiya jinê be.”
*Di meha îlonê de ji bo şaredariya Sûrê qayyûm hat tayînkirin û gelê navçeyê mexdur bû.
*Şervana YPJ'ê Dilbirîn Reqa ya ku cihê xwe di berxwedana li hember çeteyên DAIŞ'ê de digre got: "Ez soz didim ku em ê dawiyê li zilm û stemkariya çeteyan bînin."
*Li Tirkiyeyê di sala dawî de ji ber şerê li Kurdistanê dan destpêkirin gelek jin hatin qetilkirin, van êrîşan li bajarên Tirkiyeyê wek înfazê xwe da der. Bedena jinên hatin qetikirin hatin teşîrkirin û polîtîkayên dijminê jinê qadên jiyana jinan hedef girtin.
*Welatiyên gundê El Hîşa ya ku ji çeteyên DAIŞ'ê hatiye rizgarkirin bi kêfxweşiyek mezin êdî berê xwe didin gundên xwe. Jinên El Hîşayê spasiya hêzên QSD'ê kirin û gotin ku êdî ew bêhnek azad dijîn.
*Ji 25'ê Mijdara 2015'an heta 26'ê Mijdara 2016'an li hemû cîhanê şîdeta mêr-dewletê zêde bû. Li Kurdistan û Tirkiyeyê û her wiha li her derê cîhanê şîdeta mêr li ser bedena jinê û jiyana wê ket nav êrîşan û dîsa ya ku ev şîdet şikand jî berxwedana jinê bû. di sala dawî de şîdeta herî mezina dewletê hat dîtin û li kolanan bedena jinan hat teşîrkirin û jinan jî bi berxwedanê navê xwe li dîrokê nivîsin.
* Péşnûmeqanûna ku dê di meclîsê re derbas bibe rastî bertekên jinan hat. Jinên ku bertek nîşanî peşnûmeyê dan gotin ku jinên ji aliyê bav û birayên xwe ve rastî destdirêjiyê tên gelo dê bi kê re bên zewîcandin.?