Li dijî tecrîdê divê têkoşîn bi pêşengiya jinê be

10:15

JINHA

AMED –Jinan bertek nîşanê tecrîda giran ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dan û gotin: “Ji bo serokatiya me ger hewcebe emê heta dawiyê têbikoşin. Ev têkoşîn divê bi pêşengiya jinê be.”

Tecrîda giran ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan didome. Gelê Kurd diyar dike ku rêberê wan Abdullah Ocalane û yê ku şer bi dawî bike jî ewe.
Jina bi navê Îffet Bultaşê diyar kir ku ji ber Abdullah Ocalan li pêş dewletê astenge tecrîdê li ser pêk tînin û wiha berdewam kir: “Em jin bi saya serkatiya xwe hatin vê astê. Serokatiya me kesekî zanaye. Dizane çi dike. Yekane kesê şer bi dawî bike ew e. Lê desturê nadin hevdîtinan. Ez bangli hemû jinan dikim ku çi dibe bila bibe bila dest ji têkoşîna xwe bernedin.”

Ji çar alî de êrîşdikin

Jina bi navê Zenga Dogan jî bi lêv kir ku divê beriya her tiştî hevdîtinên bi Abdullah Ocalan re pêk bên û heta hevdîtin pêk neyên û şert û mercên wî neyên başkirin wê ev şer nesekne. Zenga got her roj agahiyên mirinê tên û her diçe şer mezin dibe. Zenga bang li jinan kir ku bikevin nava tevgerê û vê xwînê rawestînin.
Besê Yilmaz jî destnîşan kir ku ew ji bo xak, ziman, çand û nasnameya xwe têidkoşin û got divê ew destê xwe bidin hev.