Xizmeta qayyûmê Sûrê ya ji bo gel!
10:18
JINHA
AMED – Di meha îlonê de ji bo şaredariya Sûrê qayyûm hat tayînkirin û gelê navçeyê mexdur bû.
Di 11’ê îlonê de ji bo şaredariya Sûrê ya Amedê cigirê Waliyê Amedê Bîlal Ozkan wek qayyûm hat tayînkirin. Gelê Sûrê ku ev salek bû din av şer de bûn niha jî ji hevşardarên wan hatin kirin. Hat diyar kirin ku qayyûm naçe şaredariyê û dema diçe nava gel jî rastî bertekan tê.
Gel nexistin şaredariyan
Qayyûm tişta ku yekem car kir gelê Sûrê bi rojan nexist şaredariyê. Tîmên tevbera taybet bi rojan bi rojan nehiştin gel bikeve şaredariyê. Xebatkar jî bi lêgerînan dixistin hundir.
Ne şaredarî qerekol
Piştî qayyûm hat şûnde li her derê şaredariyê kamera hatin bicihkirin û tevî evqas dem derbas bûye jî dorpêç didome.
Her wiha 4 xebatkarên çandê yên şaredariyê jî ji peywira wan girtin û dan zabiteyê. Li Sûrê sê rojan carê cop tê berhevkirin û gel jî bi gazince. Piştî qayyûman hilweşîna li sûrê jî lezgîntir bû.