'Em soza rizgarkirina jinên Reqayê didin'
10:23
JINHA
REQA- Şervana YPJ'ê Dilbirîn Reqa ya ku cihê xwe di berxwedana li hember çeteyên DAIŞ'ê de digre got: "Ez soz didim ku em ê dawiyê li zilm û stemkariya çeteyan bînin."
Bi êrîş û zordariya çeteyên DAIŞ'ê re gelek jin tevlî hêza YPJ'ê bûn û îro di çeperên şer de berxwedaniyek mezin raber dikin. Dilbirin Reqa (19) diyar kir ku ji ber kevneşopiya civakî ew dibistan nexwendiye û got ku piştî dagirkeriya çeteyên DAIŞ'ê ew tevî malbata xwe ji bajarê Reqayê derketine û li bajarê Girê Spî bi cih bûne. Dilbirînê anî ziman ku ew di sala 2016'an de tevlî hêzên Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) bûye û wiha got: "Li hember çeteyên DAIŞ'ê em di berxwedanê de ne. Em ê tola êşa tevahî jinan hildin."
Dilbirînê destnîşan kir ku çeteyên DAIŞ'ê bi çavek ji rêzê li jinan dinêrî û wiha pêde çû: "Rêz nedidan jinan û gotinên nexweş dikirin. Ez û birayê xwe 7 rojan ligel DAIŞ girtî man, 25 caran em celd kirin û li me xistin. Her dem digotin hun kurd kafirin. Ji ber wê êşkence li hember me pêk tanîn. Ji birayê min re gotin em ê te tije teqemenî bikin û bişînin 'Eyn El-Islam' yanî Kobanê. Lê min bersiva wan da, min got 'ev ne Eyn El-Islam e' ev Kobanê ye'. Gotin tu kurdî? min jî got 'erê û serê min bilind e û dema ez ji vir biçim ez ê tevlî hêzên kurdan bibim."
'Ma qey ne guneh e ku zarokan fêrî serjêkirinê dikin'
Dilbirînê bi lêv kir ku ew ê Reqayê ji çeteyan rizgar bikin û wiha pêl da gotina xwe: "Çeteyan gelek jinên êzidî anîn bajarê Reqayê û di bazaran de difirotin. Ma qey ne guneh e ku zarokan fêrî serjêkirinê dikin. Min hema her tişt bi çavê xwe dît. Li ber çavên gel jinek parçe parçe kirin, li ber çavên min gelek jin bi kevirên pir mezin recim kirin. Min dît çawa leşkerên rêjîma Baas li ber saetê darve dikirin."
Dilbirînê anî ziman ku ew di eniya şer de çeka BGC'ê bi kar tîne û wiha dawî li gotina xwe anî: " "Ez wekî jineke ereb û di nava hêzên YPJ'ê de cihê xwe digirm, soz didim jinên Reqayê ku em ê wan yek bi yek rizgar bikin. Bila li benda me bin. Em ê di demeke nêz de bighêjin wan."