Jinên gundê El hîşa: Em ê êdî jiyana xwe ji berê baştir bikin

10:24

JINHA

REQA- Welatiyên gundê El Hîşa ya ku ji çeteyên DAIŞ'ê hatiye rizgarkirin bi kêfxweşiyek mezin êdî berê xwe didin gundên xwe. Jinên El Hîşayê spasiya hêzên QSD'ê kirin û gotin ku êdî ew bêhnek azad dijîn.

Di çarçoveya pêngava 'Xezeba Firatê' de gelek gund û sivîl ji hovîtiya çeteyên DAIŞ'ê rizgarbûn. Yek ji wan gundên ku hatiye rizgarkirin gundê El-Hîşa ye. Şêniyên gund wek gelek gundên rizgarkirî bi kêfxweşiyeke mezin vegeriyan malên xwe û careke din azad dijîn. Têkildarê mijarê jinên gund kêfxweşiya xwe anîn ziman. Jina bi navê Xewla Ehmed diyar kir ku çeteyên DAIŞ'ê li hember wan îşkence û hovîtiyek mezin pêk aniye û wiha got: "Êdî kabûsa DAIŞ'ê bi dawî bû. Me qet xeyal nedikir ku em rojekê azad bibin an jî vegerin cihê xwe. DAIŞ'ê bi hemû hovîtiya xwe zilm li ser jinê dida meşandin. Lixwekirina cilên reş li ser me ferz dikirin, ya ku li xwe nekiriba jî dê bihata cezakirin, an jî biribana zindanê."

'Bi hatina QSD'ê em ji koletiyê rizgar bûn'

Xinês Dawûd jî kiryarên DAIŞ'ê wiha vegot: "Çeteyan ji min re digot biçe cilên reş li xwe bike, li ser çavên xwe bigre, bila ti devera laşê te nexuyabe û dernekeve kolanê. Hevjînê min dibirin li wî didan û îşkenece dikirin. DAIŞ jiyana me tarî kiribûn. Bi hatina QSD'ê em ji koletiyê rizgar bûn, êdî em azad dijîn."

Hind Elî jî got ku DAIŞ'ê tu feyde li wan nekiriye û wiha domand: "Zarokên me ji ber DAIŞ'ê bê xwendin man. Em ê li hemberî wan jiyana xwe vegerînin mîna berê û em ê bi saya QSD'ê azad bijîn."

'Me cilên reş ên ku DAIŞ'ê li ser me ferz dikir hemû kom kirin û şewitandin'

Helîme Xidir jî anî ziman ku çeteyên DAIŞ'ê her tişt li wan wêran kirine û wiha pê de çû: "DAIŞ ji bo me tiştek nehiştiye, her tişt birin heya bi cilên me yên jinan jî. Ma ev çi îslam e? Ji me hez nedikirin ji ber ku em kurd bûn. Piştî ku em çûn gel hêzên QSD'ê êdî çete bi kêfa xwe man. Di dema DAIŞ'ê de me nikarîbû çixarê jî vexwin, min bi dizî vedixwar, eger bidîtana me ceza dikirn. Lê niha eşkere ez dikarim cixara xwe vexwim. Me cilên reş ên ku DAIŞ li ser me ferz dikir hemû kom kirin û şewitandin. Zarokên min jî ji ber zilma çeteyan çûn Tirkiyeyê, DAIŞ ji zarokên min re digot em ê pereyan bidin we tenê hun tevlî me bibin, lê zarokên min ev yek qet qebûl nekirin û bi riyên cûda xwe ji wan xelas kirin û çûn."

Dayîka Helîme got ku êdî zarok bi hev re dilîzin, daxivin û dimeşin û wiha pêl da gotina xwe: "Dema em dibêjin zarok tê wateya pêşerojek azad. Lê ji ber çeteyan zarokan nikarîbûn bi rehetî bilîzin û tevbigerin. Niha careke din em azadiyê di çavê van zarokan de dibînin."

Terfa Mihemed jî da zanîn ku di dema çeteyan de me azadiya xwe winda kiribû û wiha berdewam kir: "Lê niha em pir kêfxweş in, em bê tirs derdikevin nav baxçeyê xwe û bi zarokên xwe re her tişta bi dilê xwe dikin. Bi DAIŞ'ê re em ji jiyana azad bêpar mabûn, lê niha careke din em jiyaneke azad dijîn."

Iwêş Esma jî got ku başe em ji DAÎŞ'ê xilas bûne û wiha got: "Dema çete li vir bûn, pereyên min tune bûn ku ez nan bikirm. Lê niha hevalên QSD'ê alîkariyê bi me re dikin. Hevjînê min ne ligel me bû, ji ber ku çeteyan internet qut kiribûn, min nikarîbû pê re biaxivîba. Dema telefon bi me re bidîtana, digotin hun bi QSD'ê re di têkiliyê de ne. Ev heye 2 sal min bi xwe TV nedîtiye."

Kurê Iweş jî bi moraleke bilind got: "Yabo, ka were mal, em ji DAIŞ xilas bûn. Min pir bêriya te kiriye."