Peşnûme rastî bertekên jinan tê
10:25
JINHA
ÊLIH- Péşnûmeqanûna ku dê di meclîsê re derbas bibe rastî bertekên jinan hat. Jinên ku bertek nîşanî peşnûmeyê dan gotin ku jinên ji aliyê bav û birayên xwe ve rastî destdirêjiyê tên gelo dê bi kê re bên zewîcandin.?
Jin dijî pêşnûmeqanûna ku sûcê îstîsmara zayendî diparêze ne. Jinên Êlihê bertek nîşanî pêşnûmeqanûna ku ji bo dengdayînê ji meclisê re hat şandin dan û diyar kirin ku hikumet dijmintiya xwe ya li hemberî jinê bi zagonan aşkere dike.
'Kesên ji aliyê xizmên xwe ve tên tecawizkirin dê bi kê re bizewîcîn'
Jina bi navê Xanim Aslan bertek nîşanî pêşnûmeqanûna AKPê da û got zagona ku tê pêşniyarkirin bêexleqiye û nerazibuna xwe bi van hevokan ani ziman: "Li tirkiyeyê jin ne tenê ji aliyê kesên biyani ve tên tacîz û tecawîzkirin. Gelek jin ji aliyê bav, bira û xizmên xwe ve rastî destdirêjiyê tên. Gelo hikumet ji bo wan dê zagonek çawa çêbike.? Gelo ew jin dê bi bav û birayên xwe re bên zewîcandin. Ev zagona ku pêşniyar dikin nabe û ji bilî çareseriyê destdirêjiyê dê zêdetir bike. Bila hikumet ji bo jinan zagonên bingehîn çêbike."
'Mirov nikare li Tirkiyeyê bijî'
Melehat Sala jî destnîşan kir ku li tu welatî meşrûkirina destdirêjiyê tune ye, lê niha li Tirkiyê hatiyê destpêkirin. Melehatê got ku Tirkiye ketiyê rewşek wiha ku mirov nikarin lê bijîn û axaftina xwe wiha domand: "Gelo zarokên wan qet rastî tacîz û destdiréjiyê hatine. Ger hatibûna nediketin nav heldanek wiha bêexlek. Gelo bi kîjan akil û wijdanî zagonek wiha derdixin. Ev ne karê mirovan e."
'Ev zagon temenê zewace biçûktir dike'
Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran jî anî ziman ku rastiya pêşnûmeqanûna xwe ji gel diveşêrin, lê ew dê bi her awayî xwe bigîhînîn gel û rastiyê vebêjin. Ayşe derbarê pêşnûmeqanûnê de wiha axivî :"Ji ber jin bertek nîşanê zagonê nedin hemû saziyên jinan hatin girtin û demildest biryarek wiha hate standin. Ev gelek balkêş û giring e. Ji ber ku armanca wan ew e ku hemû dengê jinê ku mafên xwe û ya zarokan diparast bigirin bû û îro armanç baş derket holê. Navaroka ve zagonê ew e ku temenê zewacê biçûktir bike û pêşiya destdirêjiyê vedike. Divê ev zagon ji aliyê welatî û jinan ve neyê qanûl kirin."