'Ayten her tim bi kuştinê tehdît dikirin em bawer nakîn Aytenê xwe kuştî be'
10:30
JINHA
MÊRDÎN-Malbata Ayten Ozen der barê bûyerê de lêpirsîn vekir. Malbatê diyar kir ku, xwîşka wan hatiye kuştin.
Jina bi navê Ayten Ozen ( 23) ya ku,di temenê xwe yê biçûk de hatî zewicandin 13 mehê hat îdiakirin ku li navçeya Sitewrê bi çekê întîhar kiriye. Aytenê li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da bû. Malbata Aytenê der barê bûyerê de lêpirsîn vekir di otopsîya Aytenê de li ser bedena wê şopên îşkenceyê hatin dîtin. Malata Aytenê da zanîn ku, ew bawer nakin ku, Aytenê xwekujî pêk anî ye û gotin ku, ew ji îdiaya întîharkirina Aytenê bêfikarin.
'Ayten her tim bi kuştinê tehdît dikirin'
Xwîşka Aytenê Meryem Baltaci anî ziman ku, Ayten her tim di bin zordarî û tundîya malbatê de bû û wiha axivi;"Xwîşka min 17 salî hate zewicandin. Gava hatî zewicandin temenê wê pir biçûk bû. Ji xwe ne dixwast ku, bizewice. Ser xwîşka min her tim tundî pêk di anî zordarî lê dikir lê dixist me qet xwîşka xwe nedît ji ber ku, nîşanî me ne dida gava em diçûn serdana wê hevserê wê û xwesîya wê destûr ne dida me em bikevîn hundir jiyan ji xwîşka min qedexe kirî bû. Wekî xilama xwe bikar anîn heya ku, destur ne dida ku, sere xwe jî bişû aliyê malbata hevserê wê ve ji bo ku, sere xwe neşû sabun ji wê re dihat veşartin. Birayê min ew rewşa wê dît xwest ku, bi ane malê lê xwîşka min bi kuştinê tehdit kirî bû xwîşka min ji birayê min re got na ez li vir başim kêfa min xweşe ez naxwazim bên malê heya ku, destûr ne dida xwîşka min heya cîranên xwe jî biçe."
'Tundîya ku li ser xwîşka min pêk di anî li dijî mirovahî bû'
Meryem da zanîn ku, gava cenazeyê Aytenê tê şûştin tê dîtin ku, mile wê û lingê wê hatiye şikandin û wiha got:"Tundîya li ser xwîşka min li dijî mirovahî yê bû. Em bawer nakîn ku, xwîşka me xwekujî pêk anî be. Ji xwe her tişt aşkere ye. Gelo mirovê 7 sala bi mirinê bê tehdit kirin dê çawa xwe bikuje çima dê 7 sala wisa bîje çima xwe bi dest pê kê nakuje. Di otopsîya wê de jî tê dîtin pişta wê şewitandîye lingê wê û destê wê jî şikandîye em vê qebûl nakîn emê heya dawî têkoşîn heya ku, kujerên Aytenê tên darizandin emê berxwe bidîn."
'Heya ku kujerê xwîşka me tên darizandin emê têkoşîn'
Birayê Aytenê Mehmet Şerîf Ozen jî bi lêv kir ku, yên ku, bûne sedema kuştina Aytenê divê bên darizandin û wiha domand:"Xwîşka min ev 5 sale di bin tundî û şîkencaya wan de ye. Her roj ji xwîşka min re dikirin jehr bi tundîyê xwîşka min her roj qetil dikirin ji xwe em jî ji bo ku, yên bûne sedema kuştina xwîşka min bên darizandin ji xwe me der barê bûyerê de lêpirsîn vekirî ye. Em bawer nakîn ku, xwîşka me xwe kuştî be."