7 jinên ku gotin divê tecawiz neyê şofandin hatin binçavkirin
11:58
JINHA
ANTALYA - 7 jinên ku li Antalyayê bertek nîşanî pêşnûmeqanûna ku bi daxwaza efûkirina tecawizkaran pêşkêşî meclisê hat kirin dan û gotin divê 'tecawiz neyê şofandin' hatin binçavkirin.
Bertekên jinan yên li dijî pêşnûmeqanûna der barê bêcezahiştina tecawizkaran ku AKP pêşkêşî meclisê kir de zêde dibin. Jinên ku duh li Qada Cumhuriyetê ya Antalyayê hatin gel hev tîşortên li ser wan nivîsên "Divê ew qanûn paşve bê kirşandin, tecawizkar nayên şofandin û tecawiz nayê meşrûkirin" hebûn li xwe kirin û çalakî pêk anîn. Di encama çalakiya jinan ya ku welatiyan jî piştgirî dayê û polîs êrîş kir de 7 jin hatin binçavkirin."