Jin ligel qedxeyê amadekariya 25'ê Mijdarê dikin

12:50

JINHA

ENQERE - Bi nêzîkbûna 25'ê Mijdarê re jinên enqereyî dîsa bi qedexeyan re rûbirû ne. Jinên ku destnîşan kirin dê qedexeyan nas nekin diyar kirin ku dê li dijî hişmendiya mêr û dijminantiya li dijî jinan li qadan bin.

Jinên enqereyî ji ber qedexeya çalakiyan a ku ji aliyê walîtiyê ve hat ragihandin 25'ê Mijdarê Roja Hevkariya Navneteweyî ya bi Tundiya li ser jinê re bi qedexeyan pêşwazî dikin. Jinan li dijî qedexeya walîtiyê û bi minasebeta vê pêvajoya ku her roj tundiya li ser jinan zêde dibe diyar kirin ku dê kolanan neterikînin û hemû jin vexwendin çalakiyan.

'Em serî natewînin, radibin serhildanê'

Sekretera Jin a Halkevleriyê Gulşah Ozturk, diyar kir ku tundiya li ser jinan û êrîşên zayendî yên li dijî jinan roj bi roj zêde dibin wiha berdewam kir: " Di vê serdema ku paşverûtiya li dijî jian tê meşrûkirin, em dibêjin ku 25'ê Mijdara vê salê ji ya hemû salan bi watetir e. Tenê ne li dijî dijminê jinan yê li qesrê li dijî her cureyê tundiya li ser jinan a li her derê em 'serî natewînin, radibin serhildanê' û em ê bi vê hersa xwe li gel hemû qedexeyan di 25'ê Mijdarê de jî li qadan bin. Em li dijî şîdet dewletê û ya mêr bang li hemû jinan dikin k udi 25'ê Mijdarê de dakevin qadan."

'Em 25'ê Mijdarê wek îqada azadiyê ya jinan dibînin'

Rêvbeira navçeyê ya HDP'ê Bedriye Irmak jî diyar kir ku çiqas jin bi hêz dibin êrîşên dewletê yên li dijî jinan jî di wê astê de zêde dibin û wiha berdewam kir: " Em 25'ê Mijdarê wekî qada azadiyê ya jinan dibînin û em dixwazin ku hemû jin jî vê wiha bibînin. Em jin ji aliyê pergalê ve rastî tundî û astengiya tên lê li gel vê tundiyê tên û ji aliyê vê pergalê ve hemû çalakiyên me tên qedexekirin. Li gel van hemû astengiyan em bang li hemû jinên li Enqereyê dikin k udi 25'ê Mijdarê de bên gel hev, dengê xwe bikin yek ku ji bo em hêza xwe zêdetir bikin. Destkeftiyên me temînata destkeftiyên zêdetir in."