Tabloya şermê: Di 10 salan de 482 zarok bi zorê hatin zewicandin
13:25
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gel niqaşên li ser pêşnûmeqanûna efukirina tecawizkaran, daneyên fermî yên dewletê din nîşandan ku zarokên keç bi xeteriyeke mezin re rûbirû ne. Li gorî daneyên Saziya Îstatîstêkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) hat aşkerakirin k udi 10 salên dawîn de li Tirkiyeyê 482 hezar û 908 zarokên keç bi zorê hatine zewicandin û li gorî daneyên Wezareta Dadê jî dozên der barê îstîsmara zarokan de ku hatine vekirin jî di 10 salên dawîn de 3 qatên xwe zêde bûne.
Li gel van daneyên fermî , hin daneyên girîng yên ku binpêkiirna mafên zarokan radixin holê wiha ne: "Ji zarokên ku di sala 2015'an de hatine zewicandin 21 hezar û 337'ên wan keç in, 1473'yên wan jî zarokên law in. Li gorî van daneyan jinên ku sala borî zewicîne ji sedî 5.2'yên wan zarok in. Zarokên keç yên ku temenê wan di navbera 15 -17'an de ye û welidîne jî hejmara wan 17 hezar û 789'e. Ji zarokên keç yên ku temenê wan di bin 15 salî re ye û welidîne jî 244 e."
Li gorî van daneyan tê dîtin ku zarokên rastî îstismara zayendî tên li Tirkiyeyê bi qanûnên heyî nikarin bên parastin.