Mêrê kujer: Hevjîn û herdu zarokên xwe qetil kir
14:16
Mijdar
20
/ 2016
JINHA
EDENE - Li Edenê mêrê bi navê Alî Keklîk piştî hevjîn û herdû zarokên xwe qetilkir, întîhar kir.
Li Taxa Yeşîltepe ya girêdayî Navçeya Sariçama navenda Edenê mêrê bi navê Alî Keklîk hevjîna xwe Sîbel û herdû zarokên xwe Ozgur û Ozan piştî qetilkir xwe daliqand. Cîranên wan ya ku demek dirêj agahî ji malbatê ne digirtin, rastî cenazeyan hatin. Cenaze piştî lêkolînê rakirin Saziya Tipa Edlî ya Edenê.
Li gorî lêpirsînê derket holê ku Alî piştî hevjîn û zarokên xwe bi kêrê qatil dike xwe bi dar ve dike.