Hevdîtina Jinan: Em ê li dijî êrîşan li qadan bin

14:37

JINHA

AMED - Bernameya 'Hevdîtina Jinan' ya ku ji aliyê Meclisa Jinan ya DBP'ê ve hat destpêkirin ji Tirkiye û welatên cîhanê bi sedan jin tevi bûn. Endama KJA'yê Fatma Kaşan ya ku destpêkê axivî diyar kir ku ew di sedsala 21'emîn de di serdemeke ku jin li dijî zîhniyeta baveksalar bi îdeolojiya rizgarkirina jinê li ber xwe didin re derbas dibin û wiha berdewam kir: " Ji ber vê ye ku ev qasî êrîşî jinan dikin. Lê divê neyê jibîrkirin ku hem qad yên jinan e û dê sedsala 21 yekemîn bibe sedsala azadiya jinan."

'Hevdîtina Jinan' ya ku ji aliyê Meclisa Jinan ya DBP'ê ve li dijî girtina komele û êrîşên li hemberî destkefitiyên jinan hat amadekirin li Amedê dest pê kir. Di hevdîtina ku li Eywana Konferansê ya Vedat Aydin hat destpêkirin de gelek saziyên jinan yên wekî DTK, KESK, BÎK, KOM, SYK, SKM, HDK, HDP, EKA, Kolektîfa Femînîst , DDKD, OSP, ESP, EMP û gelek nûnerên saziyên jinan yên ji welatên cîhanê jî amade bûn.

'Ev yek ji rojên me yên herî bi heyecan e'

Hevdîtinê bi rêzgirtina ji bo jinên ku di tekoşîna azadiyê ya jinê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir. Endama Meclisa Jinê ya DBP'ê Fatma Kaşan ya ku axivî got ku ew di pêvajoyeke dîrokî re derbas dibin û wiha berdewam kir: "Em îro wekî şopdarên jinên ku têkoşîna jînê ya azadiyê bi hezaran salan beredwam kirine li vira ne. Ji ber ku em di ferqa vê rola xwe de ne em îro li vira ne û li gel hev in. Ew ê rojekê hemû jin azad bibin. Ev soza em e ya ji bo têkoşîna azadiya jinan e ji bo we. "

'Dê hemû jin dest bi raperînê bikin'

Fatma diyar kir ku dê tevgera jinan û hemû kesên bindest li dijî van bêhiqûqiyan rabin raperînê û wiha destnîşan kir: " Ji ber vê ye ku di Sedsala 21 emîn de li dijî netewe dewletê Îdeolojiya Rizgarkirina jinan derketiye holê. Şerê ku li Rojhila Navîn hatiye destpêkirin tenê ne ji ber rewşa li Rojhilata Navîn e. Şerê ku dê çarenûsa sedsala pêşiya me diyar bike ye. "

'Qad yên jinan e'

Fatma diyar kir ku hêzên li hemberî wan sekinîne yên bi zîhniyeta baviksalar in wiha got: " Em bi pergaleke ku xwe dispêre rêxistinkirinê dixwazin ku sedsala 21'emîn dîzayn bikin. Lê dijberên me dixwazin ku jinan bikin koleyên pergalê. Ji ber vê jî li ser vê erdnîgariyê di serî de êrîşî jinan tê kirin. Em di nava vê pêvajoyê de li cihekî stratejîk in. Tişta ku dê Rojhilata Navîn biguhere têkoşîna kurdan ya bi pêşengiya daxwaza azadiya jinan e. Ji ber vê jî li dijî jinan êrîş tên kirin. Ayla hat girtin, ji ber vê hişmendiyê Sebahat jî hat girtin. Ev pergala ku dixwaze têkoşîna jina têk bibe, dixwaze ku nûnertiya jinan di zindanê de bifetisîne. Lê em tu carî bêdeng nabin û emê her li qadan li ber xwe bidin."

Têkoşîn li her derê ye

Fatma di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku ji îro û pêde hemû kolan, mal û tax dê bibin qada xebat û berxwedanê ya KJA'yê û wiha dawî li axaftina xwe anî: " Ev girtina saziyên jinan konsepta dewletê ye. Ji ber vê ye ku di kesayeta Kurdistanê de têkoşîna azadiyê ya ku jinên kurd didin li rojhilata navîn bi pêşngiya jinên kurd pêvajo çawa berdewam bike dê azadiya jinên li cîhanê jî li gorî wê bi gewde bibe."

Piştî axaftina Fatma Piştî navberê hevdîtinê bi axaftina heseroka KCD'ê'ê Leyla Guven berdewam kir