Hêzên HPC/HPJ'ê ji bo parastinê amede ne
14:40
JINHA
TIRBESPIYÊ - Li bajarê Tirbespiyê dewreya perwerdehiyê ya bi navê 'Şehîdên Minbicê' ya ku 60 endamên HPC/HPJ'ê cihê xwe tê de girtiye, bi merasîmek bi dawî bû.
Li bajarê Tirbespiyê ya Kantona Cizîrê jin ji bo parastinê xwe perwerde dikin. 60 endamên HPC/HPJ'ê yên ku tevlî dewreya perwerdehî ya bi navê 'Şehîdên Minbicê' bûne û perwerdehiyên wan mehek berdewam kiriye îro bi merasîmek bi dawî bû. Di merasîmê de endamên HPC'ê û fermandarê HPC'ê yê herêma Tirbespiyê Ebdull Xenî Silêman amade bûn. Ebdull Xenî Silêman bal kişand ser giringiya rêxistina sîstema parastinê ya li Rojava û wiha got: "Rêxistinkirina sîstema parastinê giringe. Parastina herêmên Rojava ji êrîşên hovane yên dijminên biratiya gelan û jiyana hevpar bi perwerdehî pêk tê."
Ebdull Xenî Silêman rola giring a endamên HPC'ê bi hêzên Asayîşê re anî ziman û wiha got: "HPC'ê û hêzên Asayîşê bi hev re roleke giring di parastina herêmên Rojava de dilîzin. Naskirina perwerdeya kesane û taybet ji jinê re tiştekî bingehîne, ji ber ku jin hewceyî rêxistinkirin û parastina xwe bi xwe ye û divê bi xwe wê yekê bike."
Pişî axaftina fermandarê HPC'ê, zarokekî helbestek li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û HPC'ê xwend. Herî dawiyê jî endaman waneya xwe ya dawî pêk anîn.