Gelê Şirnexê dest ji axa xwe bernade

15:54

JINHA

ŞIRNEX - Li Şirnexe ku qedexeya derketina kolanan nîvî nîvî jê hat rakirin, hevdîtina bi gel re berdewam dike. Welatiyên ku bertekên xwe yên li dijî dewletê anîn ziman wiha gotin: " Em li gel hemû astengiyan ji Şirnexê derneketin. Ji îro û pêde jî emê warê xwe neterikînin."

Piştî ku li Şirnexê qedexeya derketina kolanan ya ku ji 14'adarê ve li şirnexê berdewam dikir nêvî nêvî hat rakirin vegera welatiyên Şirnexê yên ku ji ber zilmê koçber bûbûn jî dest pê kir. Li bajarê ku 9 taxên wî hatin hilweşandin sazî û dezgehên sivîl jî hevdîtina xwe ya bi gel re berdewam dikin. Parlamentera HDP'ê Aycan Îrmez, endama PM'ê Nuran Îmîr û Nûnerên Saziyên Sivîl jî li taxa Gundogdu ya bajêr bi welatiyan re hevdîtin kirin. Heyeta ku li taxê li malan yek bi yek geriya, ji welatiyan serdema qedexeyê guhdarî kirin. Welatiyan jî got ku wan di serdema qedexeyê de jî taxa xwe neterikandine û axaftina xwe wiha berdewam kirin: " Kesên ku malên xwe terikandin ji aliyê dewletê ve hatin şêlandin. Ligel şerê ku berdewam kir topebaranan jî pê re berdewam kir. Ji bo ku em tgaxa xwe terk bikin dewletê em tehdît kirin. Lê me warê xwe neterikand. Ji îro û şûnde jî em ê neterikînin."