40 endamên şaredariyê perwerdehiya bikar anîna çek dît

16:43

JINHA

AMÛDÊ- 40 endamên Şaredariya Gel a Amûdê dewreya perwerdehiya bi karanîna çek ya hefteyek dîtin. Perwerde bi merasîmek bi dawî bû.

Di çerçoveyê perwerdehiyên xweparastinê de Şaredariya Gel ya bajarê Amûdê ya Kantona Cizîrê ji bo 40 endamên xwe perwerdehiya bikaranîna çek pêk anî. Dewreya ku heftiyek berdewam kir îro bi merasîmek bi dawî bû. Di merasîmê de Fermandara HPC'ê Awta Çiya li ser giringiya parastina rewa rewastiya û destnîşan kir ku civakek bi hêz bi xwe parastinê pêk tê.

Merasîm bi dirûşmeyên "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana YPJ/YPG'ê û QSD'ê" bidawî bû.