Bedîa Ozgokçek: Em ê ji bo Hediye pêvajoya hiqûqî bidin destpêkirin
16:52
JINHA
WAN- Piştî ku li Erdîşa Wanê Hediye Ataman ji aliyê polîs û leşkeran ve bi saxî hat şewitandin, ji aliyê HDP û BDP'ê ve heyetek çû li cihê bûyerê lêkolînê bike. Parlamentera HDP'ê ya Wanê Bedîa Ozgokçek ya ku di heyetê de cihê xwe girt diyar kir ku ew ê der barê şewitandina Hediye de pêvajoya hiqûqî bidin destpêkirin û ev tişt got: " Ev bûyereke girîng û hovaneye."
Li taxa Çelebî Bagê ya Erdîşa Wanê di 18'ê mijdarê de ji aliyê polîs û leşkeran ve bi ser mala Hediye Ataman de hat girtin. Di dema serdegirtinê de Hediye li mala xwe ji aliyê polîs û leşkeran ve bi saxî di nava malê de hatibû şewitandin û piştî şewatê mala wê hat hilweşandin. Piştî bûyerê Komeleya Mafên Mirovan( ÎHD) a Wanê li cihê bûyerê lêkolîn kiribû. Piştî ÎHD'ê heyeteke ku ji aliyê HDP û BDP'ê ve jî çû cihê bûyerê. Parlamentera HDP'ê Bedîa Ozgokçek ya ku di heyetê de cihê xwe girt li cihê bûyerê lêkolîn kir û sersaxî ji malbatê re xwest. Bedîa ya ku çavdêriyên xwe yên dema lêkolînê anîn ziman wiha got: " Dewletê li vir peywira xwe ji bîr kiriye. Berteka me ya herî mezin ji ber vê ye. Ji ber ku peywira dewletê ya sereke divê ku mal û canê welatiyan biparêze ye. Lê dewletê niha ev berpirsiyariya xwe ji bîr kiriye. Ji ber vê jî em ê der barê bû"yerê de pêvajoya hiqûqê bidin destpêkirin."