Gelo dê zaroka 6 salî dê bi kesê ku êrîşa zayendî li dijî wê pêk anî re bê zewicandin?
17:19
JINHA
ÊLIH - Di vê dema ku tê xwestin tecawiz bê meşrûkirin de, li Êlihê zilamekî ku li dijî zaroka 6 salî êrîşa zayendî pêk anî bi daxwaza 15 sal gezayê girtîgehê hat darizandin.
Di van rojên ku parlamenterên AKP'ê dixwazin pêşnûmeqanûna ku divê kesa rastî tecawizê hat bi tecawizkarê xwe re bê zewicandin bixin meriyetê, dozên der barê mijarê de tên dîtin xeteriya vê daxwazê radixin ber çavan. Li Êlihê berî bi 4 mehan zaroka 6 salî ji aliyê mêrê bi navê A.Ş ve bi zorê hatibû ragirtin û di dema ku lê êrîşa zayendî hat kirin ji alyê malbatê ve hatibû dîtin û bersûc li ser kar hatibû girtin.
Bersûcê ku hat binçavkirin piştî ku derxistin dozgeriyê hat girtin. Daneşîna 2'yemîn ya A.Ş. li Dadgeha Cezayê Giran hat dîtin. Doza ku bi daxwaza 15 sal cezayê girtîgehê hat dîtin taloqî 14'ê kanûnê hat kirin.
Li gorî qanûna ku tecawizkar dê bişofîne ku niha di rojevê de ye gelê dê zaroka 6 salî bi daxwaza malbatê bi mêrê 34 salî re bê zewicandin.