ROJEVA 21'Ê MIJDARA 2016'AN

09:22

*Jinên gundê Qawiqlî bang li Meclisa Leşkerî ya Babê kirin ku wan ji êrîşên çeteyên DAIŞ'ê û dewleta Tirkiuyeyê biparêzin û dawî li hovîtiya wan bînin.

*Girtiyên jin yên girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê diyar kirin ku dema diçin nexweşxane û dadgehan tekmîl li wan tê ferzkirin û ji ber vê qebûl nakin jî rastî zextan tên.

*Poltîkaya komkujiyê ya 24 sal berê bû sedema ku 54 kes jiyana xwe ji dest bide, li dijî daxwaza gel ya xwe bi xwe rêve bibin bi zîhniyeta ‘divê herî kêm guleyek topê li malekê bikeve’ ji nûve xistin dewrê. Her mala ku guleya topê lê ket şahidiya berxwedan û zilma salên 90’î bike.

*Parlamentera HDP’ê ya Wanê Bedîa Ozgokçeyê tayînkirina qayyûmê û girtina hevşaredarên Wanê wek dij hiqûqê nirxand û da zanîn ku her şaredarek niha dîl hatiye girtin û gel vê dizane. Bedîayê bi lêv kir ku ya ku hikûmet dike xespe.

*Li Rojavaya ku berxwedana dîrokî ya berdewam dike de jinan, di 2016’an de jî hûnandina jiyana nû berdewam kir û di pêngavên Mînbîc û Rakkayê de jî di eniya pêş de cih girtin, sozdan ku heta yek DAIŞ’î jî bimîne wê têkoşînê bidomînin.

* Jinan diyar kir ku jin di jiyana xwe de di her qadê de rastî şîdetê tên û bi taybet jî li gund û navçeyan şîdet wek qedera jinan tê dîtin. Jinan bi lêv kir ku wê vê qebûl nekin.

* Li herêma Federal ya Kurdistanê ligel têkoşîna jinan li hember tunditya mêr,jinan banga avakirina xeta têkoşînê ya hevpar kirin.